Zarokên Efrînê bi hêviya ku sala nû li Efrînê pîroz bikin dijîn 2019-01-08 11:03:51   ŞEHBA – Heyva Sor a Kurd bi minasebeta sersalê bi hevkariya KPCD'ê ji bo zarokên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê şahiyek li dar xist.    Heyva Sor a Kurd bi minasebeta sersalê bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) ji bo zarokên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê şahiyek li dar xist. Hemû zarokên li Şehbayê tevli şahiya hat lidarxistin bûn.    Di şahiya ku ji bo zarokan hat li  darxistin de û Komîteya Kar û Barên Civakî jî tevli bû ji bo zarokan darên zeytûnan ên ku ji bo Efrîniyan sembola sersalê û berxwedanê ne hatin xemilandin û li ser rûyê zarokan jî  wêneyê darên zeytûnan hatin xêzkirin. Ji bo zarokan di şahiyê de li gel stranên ku hatin pêşkêşkirin lîstika şanoyê ya bi navê 'Hevaltiya Rast' jî hat pêşkêşkirin. Di şahiyê de zarokên ku hestên xwe anîn ziman diyar kirin ku ew bi hêviya vegera Efrînê dijîn.   'Bi hêviya ku em vegerin Efrînê'   Ji zarokên ku hestên xwe anîn ziman Sîmaf Elî wiha got: "Sala 2018’an saleke ne xweş bû ji bo gelê Efrînê, bi taybet ji bo zarokan. Ji ber ku vê salê dewleta tirk Efrîn dagir kir û em neçar man ku ji welatê xwe koçber bibin.  Îro jî bi minasebeta sala nû em şahiyê li dardixin.  Ez hêvî dikim ku em divê sala nû de vegerin Efrînê."   Reyan Osman jî ev tişt  got: " Em îro tevilî şahiya sala nû a 2019’an bûn, em gelekî kêfxweşin. Em ji bo vegera li Efrînê gelek bi hêvî ne û ez hêvî dikim ku em vê salê 2019'an vegerin Efrînê. Em ê Efrîna xwe ji Erdogan bistînin."   'Em dixwazin li Efrînê sersala xwe pîroz bikin'   Zarokê bi navê mihemed hesen jî hestên xwe anîn ziman û wiha got: “Daxwaza me di salan nûh de ku Efrîna me ji destê çeteyan bê rizgarkirin û em vegerin warê xwe .Sala 2018'an saleke bi êş bû ji bo me lê li gel ku em di kampê de ne jî berxwedana me ya azadiyê berdewam dike. Em bi vê şahiya ku ji bo me hat lidarxistin gelek kêfxweş in.   Di dawiyê de zarokê bi navê Hesen şamo jî ev tişt got; “Sala me ya borî pir bi êş bû, ji ber ku dewleta Tirkiyê hemû xewin û xeyalên me yên pêşerojê bin pê kirin.  Îro jî em tevilî şahiya sersalê bûn, daxwaza me ew e  ku Efrîn rizgar bibe ji bo ku em sersala xwe ya din li welatê xwe pîroz bikin.”