Zarokên Efrînê li gel hemû astengiyan dest ji xwendinê bernadin 2018-12-17 09:04:10   Ferîde Zade    ŞEHBA - Li Kampa Serdemç ya li Kantona Şehbayê zarokên Efrînê yên koçber ku di kampê de bi cih bûne ji bo xwe pêş bixin herdem  berê xwe didin pirtûkxweneyê û pirtûkan ji xwe re digirin ji bo ku bixwînin. Zarokên ku ji pirtûkan encam girtine ji ajanasa me re axivîn.   Ji bo civakek zanaxwendin û perwerde berî her tiştî tê.  Bi tayîbet civaka kurd ji bo xwe perwerdeyê weke nan û avê dibîne. Di vê çarçoveyê de  zarokên Efrîna berxwedêr ku di nav hemû şert û mercên dijwar  de dijîn ji bo xwe perwerdê pir pîroz dibînin. Mînaka vê yekê jî ew e ku di şertên zivistanê ên zemet de di bin çadiran de zarokên biçûk yên Efrîna berxwedêrin ên dibêjin" soza me ji cangoriyên Kurdistanê re heye ku em ê bi zanebûnkê mezin xwe perwerde bikin."   Zaroka bi navê Diljîn Cebo ya ji gundê Kaxrê axivî û wiha got:" Erdogan bi hemû tang û topên xwe êrîşî axa me kir, zarokên temen biçûk kirin hedefa topên xwe. Lê em wek zarokên Efrînê ji Erdogan re dibêjin ku kijan rojê be em ê vegerin Efrînê ji ber ku Efrînê ya me ye ne ya Erdogan e. Li Efrînê Erdogan dibistanên me hildiweşîne em jî di nav mercên koçberiyê de xwe perwerde dikin û xwe pêş dixin. Ji ber ku xwendin berî her tiştekî ye."   'Civaka bê ziman winda dibe'   Diljîn wiha got:" Îro em li Kampa Serdemê bi cih bûne lê koçberiyê bandor li ser me nekir.  Ji ber ku me zarokên Efrînê xwe perwerde kir. Ji bo ku ez asta zanebûna xwe bilind bikim min berê xwe da pirtûkxweneya serdemê û min pirtûkên li ser ziman, jiyan, civak û bîrkariyê ji xwe re girtin. Encama ku min ji pirtûkê girtiye ew e ku ziman hebûna me ye, dema ku civak bê ziman be ew civak tê helandin. ,Ez jî weke zarokek Efrînê heta dawiyê ez bixwînim û zimanê xwe bi pêşbixînim."   'Di civakê de wekhevîbi zanebûnê pêkan e'   Zaroka bi navê Arsîne Muhemed jî wiha got:" Piştî ku min berê xwe da pirtûkxweneyê û min pirtûk xwendin encama ku min ji pirtûkê girt ew e ku di divê mirov di civakê de wekheviyê pêş bixîne. Herwiha piştî ku min pirtûk xwndin êdî ez dikarim bi hêsanî tişê bixwazim bibêjim binivîsim. Ez wek zarokek Efrînê gelekî bêriya Efrînê dikim ez dixwazim vegerim Efrîna xwe û mîna berê bijîm. Ez soz didim pakrewanên azadiyê  kurdistanê ku bi zanebûnê mezin bibim.”   'Tu hêz nikare me ji perwerdê dûr bike'   Zaroka bi navê Berîtan Ehmed jî wiha got:"Piştî ku em ji Efrînê hatin koçkirin û li Kampa Serdemê bi cih bûn em ji perwerdeya xwe dûr man, Erdoxan bi êrîşên xwe xwest ku zarokên Efrînê ji zanebûnê dûrbixîne.  Lê bila Erdogan zanibe ku raste dibistanên Zarokên Efrînê hilweşandin lê ev zarok îro  di bin dibistanên xerabe de, di bin çadiran de xwe bi pêşdixînin, niha jî em berê xwe didin pirtûkxwenê beşa ku em astengiyê têde dibînin em ji bo xwe pêş bixin pirtûkan digirin û  dixwînin."