Li Kobanê Mala Zarokan hat vekirin 2018-10-22 14:25:58   KOBANÊ - Weqfa Jina Azad li Kobanê ji bo zarokên bê kes Mala Zarokan a bi navê Keskesora Alan bi şahiyekê vekir.    Bi amedebûna hemû sazî û dezgehên rêveberiya xwesriya demokratîk, desteya jinan a Kantona Qamişlo, şandeyên ji Almanyayê, Weqfa Jina Azad li Kobanê ji bo zarokên bê kes Mala Zarokan a bi navê Keskesora Alan bi şahiyekê vekir. Navê Alan Kurdî yê ku malbata wî dema ku xwestin derbasî Avrupayê bibe di behrê de jiyana xwe ji dest da, Weqfa Jina Azad li Mala Zarokan kir.    Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Desteya Jinê Firyaz Berkel û Ariya Osman axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku yên ku herî zêde di şer de zirarê dibînin zarok in. Loma divê em hemû li zarokan xwedî derkevin.    Li ser navê Weqfa Jina Azad Zozan Misto jî wiha got: "Em spasiya her kesê ku cihê xwe di ava  kirina vê malê de girt dikin. Ev der ji bo zarokên ku di berxwedana Kobanê de bê dê û bav man me vekir. Em ê heta dawî zarokên xwe biparêzin."   Li ser navê Weqfa Jina Azad Avaşîn Rûmet wiha got:"Em hewl didin hemû zarokan ji xemgîniyê rizgar bikin û siberojek azad û aram  ava bikin."    Piştî axaftinan koma Kevana Zêrîn stranên gelerî bi zimanê Kurmancî û Erebî gotin.    Dawiyê dapîra şehîd Alan Fatima Misot got:" Zarokê me Alan jiyana xwe ji dest da, lê belê di roja îro ev zarok hemû jî Alan in. Ez bi zarokên me yên pêşerojê serbilind im û em vê malê pîroz dikin. Em ê heta dawî hemû zarokên xwe biparêzin. Em hêvî dikin ku zarokên me êdî jiyana xwe ji dest nedin."   Her wiha peyama Rêxstina mafên Mirovan vekirina keskesorê pîroz kir û serkeftin xwest. Paşê jî koma şano ya keskesorê şanoyek li ser berxwedana Efrînê pêşkêş kirin. Di heman demê de jî koma şehîd Şîlan ya govendê li ber daholê gevend pêşkêş kirin.   Paşê jî şandeyên ji Almaniyeyê Tomas Aykin li ser navê saziya WELLE wiha got: "Em ji saziya WELLE we silav dikin û vekirina vê malê li weqfa jin û zarokan pîroz dikin. Zarokên ku niha li vir amedene hûn pêşeroja me û Rojavayê Kurdistanê ne. Perwerde kirin û ava kirina van zarokan bingeha ava kirina pêşerojek rast e. Ji bo vê jî saziyên ku bi perwerde kirina zarokan re têkildar dibin em rêzdayîna xwe li hember wan nîşan didin. Em destek didin vê pirojeyê û di pêşerojê de jî çi pêwîst be em ê amede bin."   Her wiha Karaw Heike jî li ser navê Însyatîfa hevalên Firankfortê ya Almanyayê wiha got: "Hevalên me yên niha li Firankfortê ku alîkarî dane keskesorê pir dixwest ku îro di vê şahiyê de hazirbin, lê mixabin nikarîbûn, ji bo vê jî ew  niha li benda hemû wêneyan û dîmenan in. Hevalên me jî di hêviyên pêkanîn hemû xeyalên van zarok silavên xwe hebûn ji we re. Zarokên Firankfotê wêneyên mala xwe ji bo zarokên Kobanê bi armanca avakirina hevaltiyê şandin."   Dayika Şehîd Alan qurdeleya Mala Zarokan qut kir û vekirin bi dawî bû.