Di sala têkoşîna bi karkeriya zarokan de hejmara zarokên karker zêde bû 2018-09-26 09:07:57   ENQERE- Endama Meclîsa DÎSK’ê pispora Sendîkayê Pinar Abdal diyar kir ku tevî ku Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê sala 2018’an wek ‘Sala Têkoşîna li hemberî karkeriya zarokan’ îlan kiriye jî hejmara zarokên karker zêde bûye.   Giştînameya Serokwezîrtiyê ya der barê îlankirina ‘Sala têkoşîna li hember karkeriya zarokan’ di meha Sibatê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Lê ‘hestiyariya’ di belgeyên fermî de di jiyana zarokan de xwe neda der. Endama Meclîsa DÎSK’ê Pispora Sendîkayê Pinar Abdal diyar kir ku tablo her diçe xerabtir dibe.   ‘Di meha tebaxê de mirina li ser kar a zarokan’   Pinarê bi lêv kir ku di mehên havînê de karkeriya zarokan zêdetir tê dîtin û bi vê re jî mehên ku herî zêde mirinên li ser kar yên zarokan çêdibin jî ev mehin. Pinarê wiha got: “Ji meha Gulanê şûnde mirina zarokên karker zêde bû. Herî zêde jî di meha Tebaxê de zêde bûne. Di meha îlonê de ligel ku dibistan vedibin jî dîsa hejmara zarokên karker kêm nabe.”   ‘Ji bo zarokên Sûriyeyê karkerî bûye qeder’   Pinarê daxuyakirin ku piştî zarokên penaber yên Sûriyeyê ketin hêza kar a erzan, qad di alî neyînî de bi teşe bûye û bi butçeyek pir kêm re, girseyek ku ji ber şer tê mêtîngerkirin heye. Pinarê ev daxuyand: “Ji bilî vê zarokên beyî qeyd dixebitin, zarokên li ser zeviyan dixebitin, zarokên li kolanan tiştan difroşin zarokên parsekiyê dikin û li atolya dixebitin hene. Ligel vê zarokên penaber jî lê zêde bûne. Wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Îro li Tirkiyeyê 3 mîlyon nîv penaberên Sûriyeyê hene. mîlyonek zêde jî zarokin. Beşek wan ya mezin di piyasa kar de cih digire. Neçar dimînin bixebitin. Yanî li Tirkiyeyê ji bo zarokên Sûriyeyê karkerî bûye qeder.”   ‘Di sala 2018’an de karkeriya zarokan zêde bû’   Pinarê destnîşan kir ku karkeriya zarokan kêm nebûye û li gorî salên borî jî zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê di 2018’an de herî kêm 45 zarokên karker jiyana xwe ji dest da. Beşek van zarokan di qadên xebatên yên zarok bi tu awayî lê nikarin bixebitin de mirin. Qeyda gelek zarokan tune. Di qeydên dewletê de tuneye. Dema zarokên penaber bin jî tu car qeyda wan nayê girtin. Dewlet dibêje ‘em li hember karkeriya zarokan têdikoşin.’ Lê ev reklame. Der barê vê mijarê de tu tedbîr nayên girtin.”