Ji Komeleya Hêviyên Rengîn ji bo zarokên Sûrê ‘pirtûkxaneya pêlîstokan’ 2018-09-22 09:13:07   AMED - Komeleya Hêviyên Rengîn a li Sûrê hatiye avakirin, ji bo zarokan ‘pirtûkxaneya pêlîstokan’ vekir. Taybetiya herî girîng a pirtûkxaneyê, zayendiyê ferz nake, newekheviyê bibîr nayne û teşwîqê şîdetê nayê kirin.   Koperatîfa Jinan a 'Çirûska Hêviyê'  ku li Sûr a Amedê 18 sal berê hat avakirin, piştî OHAL’ê xwe fes kir û navber da xebatan. Koperatîfa ji nû ve biryar da xwe ava bike wek ‘Komeleya Hêviyên Rengîn’ dest bi xebatan kir. Komeleyê berê jî ji bo zarokan gelek xebat kir û niha jî pirtûkxaneya pêlîstokan vekir. Zarokên gelek ji pirtûkxaneyê hez dikin, her roj ji komeleyê diçin pirtûkxaneyê.   Koordînatora Komeleyê Yeter Erel Tuma, da zanîn ku pirtûkxane bandorek erênî ya pêşketinê li ser zarokan dike.   ‘Lîstik mafê herî xwezayî yê zarokan e’   Yeterê destnîşan kir ku komele li Sûrê vekirine û ji ber vê pir kêfxweş in û wiha got: “Çirûska Hêviyê di dema OHAL’ê de û piştî pevçûnên li Sûrê şûnde fes kir. Komeleyên din ên li Sûrê hemû hatin girtin. Qad vala mabû. Divê li Sûrê komeleyek nû bihata vekirin. Me jî li ser vê hewcedariyê vekir. Lîstik mafê herî xwezayî yê zarokan e. Kolan ne bi ewle ne û qada lîstikê tune ye. Ji ber vê me bingehek ku zarok bilîzin û kêfxweş bibin amade kir. Her wiha atolyeyên civakî û çandî jî hene. Ji bo jinan jî bername tên amadekririn.”   ‘Hewcedarî bi pirtûkxaneya pêlîstokan hebû’   Yeterê bi lêv kir ku zarok gelek ji pevçûnan bi bandor bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “3 sal ser pevçûnê de derbas bûye lê hîna bandora wê travmayê heye. Ji ber vê me xwest em demildest xebatên rehabîlîtekirinê bidin destpêkirin. Me pirtûkxaneya pêlîstokan vekir. Em nav dinivîsin û pêlîstokan belav dikin. Rojê duşem û pêncşemê em nav dinivîsin û pêlîstokan belav dikin. Bila malbat zarokên xwe bişînin pirtûkxaneyê.”