Zarokên di bin rojê de fistiqan berhev dikin 2018-08-20 09:19:27   RIHA - Yek ji qadên ku xebata bê ewle lê zêde ye qada çandiniyê ye û ligel jinan barekî giran dikeve sermilê zarokan jî. Li Xelfetiyê di bin germahiya rêjeya wê bilind de sê zarokên dixebitin xeyala wan a herî mezin ev e ku bi hevalên xwe re bilîzin.   Li Tirkiyeyê sektora çandinyê yek ji qadên ku bandora neyînî ya newekheviya zayendî lê zêde ye. Ji du jinên tevlî hêza kar bûne yek di sektora çandiniyê de tê îstîhdamkirin. Piraniya jinên di qada çandiniyê de dixebitin di asta ‘karkerên malbatî yên bê pere’ de tên xebitandin û ji ewlehiya civakî bêparin. Ji 6 mîlyon xebatkarên çandiniyê ji sedî 47 jinin. Ev jî 2,85 mîlyon e. Li cîhanê bi mîlyonan zarok di qada çandiniyê de tên xebitandind.   Bi taybet di mehên havînê de karkerên demsalî di konan de jiyanek zehmet dimeşînin û li gorî rapora TUÎK’ê ya 2012’an li Tirkiyeyê di navbera temenê 6 û 18 de 893 hezar zarok di faliyetên aborî de ne û ji sedî 44 jî di karê çandiniyê de dixebitin. Zarokên karkeriya çandinî dikin ne tenê ji mafê perwerde, tenduristiyê ji mafê lîstikê jî bêpar tên hiştin. Li gorî Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) li gorî daneyên di 2013’an de hatine weşandin li cîhanê nîvê 168 mîlyon zarokî yanî 98 mîlyon zarok karê çandiniyê dikin.   Jin û zarokên fistikan kom dikin   Li gundê Omerlî ya Xelfetiya Rihayê li her derê jin û zarok li ser erdan dixebitin. Zarok û jinên di saetên zû yên sibehê de tên ser erdên fistikan di bin germahiya rêya wê bilind de dixebitin. Çîroka sê zarokên li siya dara fistiqê bîhna xwe didin ruyê tê dîtin yê tabloyê ye. Ji ber ruyê wan neşewitin melhefan ruyê xwe girtin, cilên ku milê wan ji derve nahêle li xwe dikin. Kevser, Dîlan û Sanem, her jî sê jî xeyalên xwe bi gotina ‘Em dixwazin li cem hevalê xwe bin’vedibêje. Her wiha diyar dikin ku ew naxwazin bixebitin û gotin ger patron bibînin wê bixeyidîn.   Her sê zarok diyar dikin ku ji ber bûyerên îstîsmara zêde bûye ditirsin û dest ji dibistanê berdane û gotin ew di berhevkirina gelek hilberînan de yên wekê mişmiş, sîr, fistik û gelekên din de dixebitin.Ekolojî…manşet