Zarokên biharê najîn havîna wan jî tune ye 2018-06-03 09:04:04   EDENE- Du zarokên bi navê A. û M. yê 13 û 12 salî ji bo dibistanê bixwînin tacên ku dayika wan bi kulîlka çêkirine difroşin, wiha dibêjin: “Em spartekên xwe êvarê çêdikin û sibehê diçin parkê. Em dibêjin belkî em zêde pere qezenc bikin û havînê ji betlanê bikin.”   Zarokên ku mafê wan tenê li ser kaxizan e, tevî peymanên navneteweyî li her derê cîhanê rastî îstîsmarê tên.  bi taybet li bajarên ku zêde koçberî girtine zarokên karker rastî her cureyê pêkûtiyan tên.    Li Yuregîra Edeneyê  A.  (13) salî û M. (11) salî  ku xwişk birane tacên ku dayika wan bi kulîlkan çêkirine li parka Navendê difroşin. Her du xwişk û bira diyar dikin ku ew lêçûna dibistana xwe derdixin û gotin havîn bê jî wê bixebitin, ji ber ku neçarin bixebitin.   Zarok tacên xwe ji bo mezinan bi 5 TL yî ji bo zarokan jî bi 3 TL’yî difroşin.  A û M êvarê pereyê xwe didin dayika xwe. A yê diçe pola 6’an wiha got: “Em spartekên xwe êvarê çêdikin. Sibehê em diçin parkê. Em dibêjin belkî em zêdetir pere qezenc bikin û biçin betlanê.”