Kampanyaya pêlîstokan a ji bo zarokên di girtîgehê de ne didome 2019-07-13 09:07:43   STENBOL - Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin kampanya pêlîstokan da destpêkirin. Endama înstiyatîfê Gulsev Kaya, da zanîn ku gelek pêlîstok gîhandine zarokan û ji bo zarok û dayikên li girtîgehan banga hestiyariyê kir.   Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) ji bo zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin kampanya pêlîstokan dan destpêkirin. Endama TDÎ, Gulsev Kaya got ji bo binpêkirinên mafan, pirsgirêkên li girtîgehan bînin ziman hatine cem hev û got di demeke ku zextên li girtîgehan zêde bû ev însiyatîf ava kirine û wiha pê de çû: “Heta niha ji bo piştevaniya girtîgehan me gelek faliyet meşand. Ji qedexeya pirtûkan bigirin heta gelek pirsgirêkên din me anî ziman. Me li ber girtîgehan çalakî pêk anî.”   ‘Me dît ku em ji bo zarokan tiştekî nakin’   Gulsevê bi lêv kir ku ji bo zarokan heta niha xebatek nemeşandine û der barê kampanya pêlîstokan de wiha got: “Li Tirkiyeyê 9 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan. hene. Di kampanya me de koma zarokan a di navbera 0-6 temenî heye. Ev zarok neçarin bi dayikên xwe re li girtîgehan bimînin. Li girtîgeha Tarsusê, jina bi navê Yildiz Sonmez bi keça xwe ya navê Arîn ya 3 salî re dimîne. Name şand ji me re got ji keça xwe pêlîstok dixwazim. Me jî ev xist rojeva xwe. Li gorî daneyên wezareta karê hundir 864 zarok li girtîgehê bi dayika xwe re dimînin.”   ‘Em armanc dikin hemû zarokan re pêlîstokan bişînin’   Gulsevê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku ji bo hemû zarokên di girtîgehê de ne pêlîstokan bişînin û wiha pê de çû: “Li girtîgehan 864 zarok hene û ji van beşek mezin yên girtiyên edlî ne. Ji bo me girtiyên edlî û siyasî ferq nake. Zarok li her derê zarok in. Li derve bin jî li hundir bin jî divê bilîzin. Ji bo pêşketina zarok, pêşketina zimanê wan lîstik pêwiste. Em hedef dikin ku bi pêlîstokan têkilliya wan ya hevalatiyê danîn. Meheke me kampanya daye destpêkirin. Niha gelek pêlîstik kom bûne. Di vî alî de kesên hestiyar zêde ne. Bila girtî ji me re hewcedariyan binivîsinin.”   Her wiha ji bo kampanyayê ji ser facebokê ji ser navê ‘Tutsaklarla Dayanişma însiyatîfî’ dikarin bikevin têkiliyê.