Zarokan germahiya hewayê vegerandin şahiyê 2019-06-08 09:05:33   AMED - Germahî ji bo zarokan bû hinceta şahiya bi avê. Zarokên li Sûrê her roj li dora hewzên xemlê ya li ser ava dîrokî ya Anzelê hatî çêkirin kom dibin û avjeniyê dikin.   Germahiya li Amedê welatiyan tengezar dike û bi taybetî ji jiyana rojane pir bi bandor dike. Zarok ji bo henikahiyê li ku hewzek bibîne li vir avjeniyê dikin. Zarokên li Sûrê dijîn li dora hewza xemlê kom dibin û avjeniyê dikin. Ava Anzelê ya ku li taxa Melîk Ahmedê ya navçeya Sûrê ya Amedê ye bûye cihê zarokan.    Ava Anzelê xwedî taybetiyeke dîrokî ye. Heya sala 1950’an jî ava Anzel yek ji sê jêderên herî girîng yê Amedê bû. Bi dabezîna pileya germahiyê re ew bû cihê zarokan yê kêyfê. Weke ku cihê hênikbûna zarokan e, ev yek bala mirovên derdorê ji dikişine ser xwe. Li gorî zarokan cihek bê pere yê û hem jî cihekî pir xweşe. Her roj zarokên taxê li dora hewzê kom dibin û avjeniyê dikin. Zarokan germahiya hewayê vegerandin şahiyê.