Ji bo pirtûkan bixwîne dixebite 2019-05-23 09:04:27   AMED - Li kolanan bi hezaran çîrokên wekî çîroka R.K veşartî ne. R.K yê 9 salî pereyê li kolanan qezenç dike, pê pirtûkan distîne.   Bi krîza aborî re karkerên zarok hîn zêdetir bûne. Li her deverê mirov dikare li dîmenên wiha rast bê. Zarokê bi navê R.K ku temenê wê 9 salî ye tevî 6 xûşk û birayên xwe ku li navçeya Sura Amedê dijîn yek ji van kesan e. R.K di pola 3’yan ya seretayî de dixwîne û bi birayê xwe yê biçûk re li kolanên Surê karkeriya şihînê dikin. Ew li gel xebata xwe pirtûkan jî dixwîne.    Li malê tenê R.K û birayê xwe yê 7 salî kar dikin. Bavê wî li gel nexweşiyeke wî nîne naxebite. Bira û xûşka R.K jê mezintirin û astengdarin. Dayika wî ji bo ku li wan xwedî bike her tim li malê ye.    Zarokekî di temenê 9 salî de karê şihînê dike pal daye dîwarên Surê û pirtûkan dixwîne. Pir xemgîn xuya dike, tim stu xwar bû. Ew bi avabûna rojê re her tim li vir e, pêlîstokên dora wan bi kulîlkan nexşandiye re li benda hatina tarîtiyê dimîne ku bi lez derbasî malê bibe. Derdora xwe pir temaşe nedikir, belkî ew xeyîdî bû. Belkî ew fêrî bêxemiya mirovan bibû. Car car lingê mirovan li pêlîstokên wî diket, wî qet deng nedikir û cardin wan komî ser hev dikir. Dema rewşa wî tê pirsin bi awayeke qet ne li bendê ye şad dibû û got temaşeyî pêlîstokan bikin. R.K. pêlîstokên xwe bi daran çêdike û bi benîşt ji ling û desten wan qahîm dike. Di destê wî de pirtûka bi navê masiyê biçûk yê reş heye û dixwîne. Ji pirtûkan pir hez dike. Gelo bi qasî ji pirtûkan hez dike, ji wan kolanan jî hez dike? R.K ji ber neçariyê tê kolanê. Ew dema diçe mala xwe pereyê xwe tev dide dayika xwe. Caran jî ger ku jê re bimîne dide bi pirtûkan û Caran jî dibe ku dest vala jî diçe malê.