Ji bo zarokên we nebin tiryakên teknolojiyê çend pêşniyar 2019-05-11 09:21:36   Hamdiye Çîftçî   WAN - Derûnas Esîn Erdogan diyar kir ku înternet ji bo zarokan bûye qada bi xeter û bi karekterên derveyî rastiyê re bi zarokan re travma û tirs tê afirandin. Esînê got di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê malbatan û di vê mijarê de ji bo malbatan pêşniyar kir.   Bikaranîna înternetê ji aliyê zarokan ve her diçe zêdetir dibe. Di demên dawî de ji ber lîstikên înternetê bûyerên întîxarên zarokan jî zêde bûn. Bi taybet lîstika bi navê ‘Balînayê şîn’ li seranserê cîhan û Tirkiyeyê bû sedema kirinan. Herî dawî li Wanê zarokekî 14 salî xwe ji zinaran de avêt û întîxar kir. Di meha Çile de jî li Hatay û Bursayê du zarokan întîxar kir û gumana ku ‘Balînayê şîn’ hatibû nîşandan. Der barê van bûyeran de li Tirkiyeyê întîxara 150 ciwanî bi ‘Balînayê şîn’ve tê girêdan.   Li gorî lêkolîneke hatiye kirin li cîhanê rêjeya zarokên ku malperên ragihandinê ziyaret dikin ji sedî 67’an daketiye 61’ê ya lîstikan jî ji sedî 11’yî daketiye ji sedî 9’an. Li Tirkiyeyê jî zarok ji sedî 70,32 malperan ziyaret dikin.   ‘Tiryakîbûna înternetê zêde dibe’   Derûnas Esîn Erdogan da zanîn ku bikaranîna kompîtur û înternetê gelek zêde bûye û wiha got: “ Kompîtur, înternet û telefonên bêrîkê bûne alavên ku têkiliya herî lez a di navbera kesan de ava dike. Hewcedariya bi înternetê tê dîtin, tiryakîbûnê jî zêde dike. Zêdebûna pêvajoya li ser înternetê dem derbaskirin dibe sedema sînîr, fikar û her wiha zirara li ser têkiliyên civakî ya kesan.”   ‘Tiryakîbûna zarokan ji malbatan diqewime’   Esînê daxuyakirin ku bikaranîna bê kontrol a înternetê bandorek neyînî li ser gelek tiştî dike û wiha got: “Di roja îro de her kes li ser înternetê karê xwe dikin. Gelek malbat niha zarokên xwe bi bernameyên înternetê kontrol dikin. Ev jî tê wateya ku malbat xwe li rehetiyê datînin. Zarokên eleqeyek têr ji malbatan nabînin xwe dispêrin înternetê. Malbat jî ji vê rewşê gelek bi gazinc in, dibêjin zarok di telefonê de înternetê de zêde demê derbas dikin. Ev girêdayî ku êdî kes hev zêde guhdar nakin, ji hev re demê venaqetînin. Ji ber êdî her tişt di telefonên me de veşarî ne. Dema em di înternet û telefonan de bin, em ê zarokên xwe çawa bidin sekinandin? Gelo zarok her tiştî ji me fêr nabin. Ji ber vê jî bi taybet divê malbat eleqeyek têr nîşanî zarokên xwe bidin.”   ‘Ji bo ciwanan tehdîdek mezin e’   Esînê destnîşan kir ku bikaranîna întertenê ya ji aliyê ciwanan ve tehdîdek cidî ye û got: “Li gorî lêkolînekê di ciwanên di navbera temenê 10-19’yî de zêde di înternetê de demê derbas dikin. Ev jî ji bo ciwanan tehdîdek cidî ye. Înternet ji bo zarokan bûye qada bi xeter û bi karekterên derveyî rastiyê re, bi zarokan re travma û tirs tê afirandin.”   Esînê ev pêşniyar kir: “Zarokên xwedendekarên dibistana seretayî ne, 6 saet û di ser vê de înternetê bi kar bînin divê hûn lê baldar bin. Hûn dikarin berê wan bidin ser hinek xebatên civakî. Divê têkiliyek rû bi rû bê danîn. Divê kes hewcedariyên xwe ji teknolojiyê dûr pêk bînin. Divê malbat zarokên xwe di mijara înternetê de perwerde bikin. Divê kontrola bikaranîna înternetê destê malbatan de be. Di youtubê de hilbijêrka ‘vîdeoya din otomotîk bide lîstin’ dikare bê rakirin. Hûn dikarin teşwîq bikin ku lîstikên wan tehdîd û neheret dikin ji we re bê gotin.”