Zarok ne bi pêlîstokan, bi axa li derve kêfxweş in 2019-04-22 09:05:23   WAN - Zarokên ji ber betonê qada wan a lîstikê nemaye, neçar dimînin di nav çar dîwaran de dema xwe derbas bikin.  Zarokên Erdîşê bi germbûna hewayê re derketin derve û bi axê pêlîstokên afîner derxistin holê.   Di salên dawî de qadên jiyanê hemû dibin beton û zarok jî di nav betonan de dijîn.  Qadên lîstikên ên zarokan her diçin bi sînor dibin û li gorî lêkolînan li Tirkiyeyê ji her 10 zarokî 6 heb rojê herî kêm saetek an jî kêmtir li derve dilîzin. Sedema vê jî kêmbûna parqan e, bê ewlehiya kolanan e.  Li gorî lêkolînên tên kirin gelek girîng e ku zarok di hewaya paqij de demê derbas bikin. Di xwezayê de stresa zarokan kêm dibe, vîtamîna D jî digirin.  Pergala xweparastina wan xurt dibe û li dijî alerjiyan jî xurt dibin.   Zarokên li Erdîş a Wanê dijîn, bi germbûn hewayê re li kolanê bi axê dilîzin.  Zarok li derve bi axê pêlîstokan çê dikin û hêza xeyalên xwe bi kar tînin û afrîneriya xwe dertînin holê.   ‘Em ji axê pêlîstokan çê dikin’   Zaroka bi navê Delîla da zanîn ku ji axê pêlîstokan çê dikin û wiha got: “Ev me kêfxweş dike. Dema em avê li axê dikin dibe hevîrê lîstikê yê xwezayî. Em bi teşe dikin. Em ji axê bebek, wesayît, dil, kulîlk, dar û xanî çê dikin. Piştî diqede em didin ber rojê hişk dikin. Gelek xweş dibin.”   Amara jî bi lêv kir ku ew bi pêlîstokên li malê kêfxweş nabin û got: “Dayika me dixeyide lê dîsa jî li vir lîstik gelek xweş e.”