Krîza aborî û xizanî herî zêde bandorê li ser zarokan dike 2019-03-18 09:11:00   WAN - Hejmara zarokên tên xebitandin gihişt 2 mîlyonî û ji ber krîza aborî ev hejmar her diçe zêde dibe. Li Erdîşê li her dukan, bazar û kolanê zarokên dixebitin, tên dîtin.   Li gorî daneyên sala 2016’an a Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) hejmara kesên derveyê qeydê dixebitin ji sedî 78 e. Hejmara zarokên dixebitin di sala 2012’an de 601 hezar bû û di 2016’an de jî gihişt 709 hezarî. Ji her 10 zarokî 8 heb derveyê qeydê dixebitin.   Di sala 2018’an de 3 zarokên temenê wan 15, 16 û 17 di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ligel van di sala dawî de ji ber krîza aborî zarok gelek bi bandor dibin. Li Erdîş a Wanê gelek zarok li bazaran, li sanayî, lokanteyan dixebitin piran jî jî şekir, destmal û avê difroşin.   ‘Destên me dicemidin’   Xwendekarê pola 3’emîn yê 9 salî M.A diyar dike ku ji bo alîkariya bavê xwe diçe bazara taxê û got: “Dawiya hefteyê û dema biçim dibistanê jî di derketinê de diçim ser tezgaha bavê xwe. Hewa pir cemidiye. Ez 9 salÎ me. Lê ji ber pere tune û ez û xwişka xwe diçin cem bavê min. Em bazarê ava dikin û radikin. Gelek caran em dikevin tariyê. Dema em dixebitin destê me dicemidin. Em neçarin piştgiriyê bidin malbata xwe.”   Dest ji dibistanê berda û dest bi xebatê girt   U.a yê 14 salî jî bi lêv kir ku ji ber pisgirêkên aborî ya malbatê dest ji dibistanê berdaye û li sanayê dixebite. U.A daxuyakirin ku ew niha li ber destê hoste dixebite û got malbatê gotiye tuyê li vir xwe baştir pêş bixînî.   Şaîze Guler jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û got: “Ez bo kurê xwe li kar digerim ku havînê bixebite. Em 6 nifûsin. Em diçin bazarê em nikarin tiştekî bikirin. 5 zarokên min dixwînin. Jiyan ne wek berê ye. Kes nikare tiştekî bikirin. Ez ji niha de ji bo kurê xwe li kar digerim.”