Komira ne baş tenduristiya mirovan û xwezayê tehdîd dike 2019-01-03 09:04:40   WAN - Welatiyên li taxên Wanê yên ku hîna gaza xwezayî neçûnê dijîn, ji ber krîza aborî neçar dimînin komira ne baş bi kar bînin. Welatiyan diyar kirin ku ev jî zirarek mezin dide wan û xwezayê.   Ji ber krîza aborî, welatî hewcedariyên xwe yên sereke yên starbûn, xwedîbûn û cil û bergan nikarin peyda bikin û di mehên zivistanê de jî yek ji hewcedariyên herî girîng sotemenî ye. Li gelek taxên Wanê hîna xetên gaza xwezayî tune ye û ji ber vê jî gel neçar e sobeyê bi kar bîne. Lê ji ber derfetên aborî gel komira herî erzan digirin û ev jî rê li ber zirarek mezin a li ser jiyana mirovan û xwezayê vedike.   ‘Ez ji bo zarokên xwe bi fikar im’   Şemsîhan Yacan a li taxa Hacibekîr a Îpekyol a Wanê dijî wiha got: “Em ji ber krîza aborî neçar in komira erzan bigirin. Ez ji bo zarokên xwe bi fikar im. Lê komir pir biha ye û em nikarin bikirin.”   Şemsîhanê ev tişt bi lêv kir: “Ji ber qirêjiya hewayê em nikarin cilên xwe jî li derve raxin. Hewaya Wanê cemidî ye. Ji ber vê em her tim sobê pê dixin. Bi taybet êvaran her der di bin dûmanê de dimîne. Zarok dema diçin dibistanê neçar in hewaya qirêj bikşînin. Dîwarên me hemû reş dibin. Em pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijîn.”