Li mezinbûna zarokên xwe baldar bin:Ji welîdînê şûnde rêjeya mezinbûnê bişopînin 2018-09-16 09:07:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Samîm Ozen diyar kir ku li hemberî mezinbûna qels a zarokên xwe, bejna wan bi rêk û pêk bişopînin û balkişand ser girîngiya teşîsa zû û got zarokên di mezinbûna wan de pirsgirêk dertê divê nîşanî doktor bê kirin.   Ji Fakulteya Tipa Zanîngeha Egeyê Pisporê Endokrînolojî ya Zarokan û endamê Komeleya Diyabetê Samîm Ozen got mezinbûna zarokan yek ji nîşaneyên tenduristiyê ya girîng e û got yek ji sedemên ku zarok baş mezin nabin de, nexweşiyên kronîk in. Samîm di kîjan temenî de divê çiqas mezin bibin de jî axivî û wiha got: “Piştî welîdînê dema herî lez a mezinbûnê tê jiyîn. Zarok di yek saliya xwe de hema hema 3 katê kîloyê welîdînê dibin. Bejna wan sala ewil 25 cm dirêj dibe. Piştre di dema ergeniyê de mezinbûna wan a bi lez, kêm dibe. Zarokên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê tune, bejna wan dikare ji hev cudatir be lê piştî temenê 2 salî li gorî taybetiyên xwe mezin dibin.”   Samîm destnîşan kir ku li gorî temen û zayendê dirêjbûna bejnê diguhere û got: “Zarok di sala ewil de 25 cm dirêj dibin. Di navbera 1-2 salî de 12-14 cm dirêj dibin. Piştî temenê du salî zarokên tenduristiya wan baş li gorî xwe mezin dibin. Di bin temenê 6 salî de, 6 cm û di navbeta temenê 6 û ergeniyê de 4,5 cm kêm tê qebûlkirin. Di ergeniyê de zarokên keç 15-20 cm, yên kur jî 25-30 cm dirêj dibin. Di civakê de tê gotin dirêjbûna bejnê heta 18-20’an didome. Lê li gorî temenê hestî keç heta 15 kur jî heta 16 dirêj dibin.   Samîm got divê mezinbûna zarokan baş bên kontrolkirin û got zarokên kêmasiya wan a hormon heye li gorî hevtemenên xwe bejna wan kurt e û got divê zarokên bejna wan kurt teqez nîşanî doktor bên dayîn. Samîm di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ergeniya zû jî rê li ber kûrtbûna bejnê vedike.    Li xwedîbûnê baldar bin   Samîm bi lêv kir ku sedemên kêmasiya hormona mezinbûnê pir zêde ne û ev tişt bi lêv kir: “Ji vê rewşê re, kêmasiya hormona mezinbûnê ya îdiyopatîk tê gotin. Ligel vê xwedîbûnek nebaş û gelek nexweşiyên din jî rê li ber kêmasiya hormona mezinbûnê dike.”