‘Şarbon çi ye û mirov çawa dikarin xwe biparêzin? 2018-09-13 09:13:08   Habîbe Eren    ENQERE - Endama ATO doktor Gul Bakir der barê nexweşiya şarbonê de axivî û got şarbona çerm bi hêsanî tê dermankirin lê şarbona pergala mehandinê û pişikê gelek bi xeter e. Gul her wiha der barê parastina ji nexweşiyê de jî nirxandin kir.   Li Enqereyê beriya Cejna Qurbanê ji aliyê Saziya Şîr û Goşt ve 3 hezar û 959 pez ku ji Brezîlyayê hatibû, firotin. Piştre li herêmên cuda yên Sîncanê sewal hatin serjêkirin û di 28’ê Tebaxê de 50 pez ji ber şarbonê mirin. Piştre nexweşiya şarbonê ya bi sewalên îthal re hat dîtin, li herêmê belav bû. Nexweşî herî dawî li Stenbolê hat dîtin. Li Enqere, Sêwas û Bedlîsê jî bi gelek kesî re hat dîtin. Rayedaran got îxbarên şarbonê tespît kirine û pisporan jî hişyariya ku ev bûyerên wisa dê zêde bibin kirin.   Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Enqereyê Bijîşk Gul Bakir, der barê nexweşiya şarbonê de pirsên me besivandin.   Şarbon çi ye?   Gul vegotina nexweşiya şarbonê wiha vegot: “Nexweşiyek pir kevn e. Ji sewalan derbasî mirovan dibe. Ji mirovan derbasî mirovan nabe. Nexweşiyek sewalên ku gîha dixwe ye. Bi sê cureyî derbasî mirovan dibe. Bi riya çerm, pişik û mîde-roviyan derbas dibe. Jî sedî 90-95 şarbona çerm zû derbas dibe. Şarbona pişik û pergala mehandinê kêm tê dîtin. Ev jî hinek bi xeter e. Neyê dermankirin mirovan dikuje.   ‘Ji bo şarbona pişikê hewcedarî bi testên laboratuvarê heye’   Gul got teşhîsa şarbona çerm zû tê dayin û got: “Li ser çerm wek pizrikê tê dîtin. Taybetiya wê ev e ku êşa wê tune ye. Di pizrikê de xalek reş a mîkrofîk ava dibe. Dora wê jî hişk dibe û diwerime. Lê teşhîsa şarbona pişik û pergala mehandinê zehmet e. Bi enfeksyonek grîbal a hêsan dest pê dike û wek nexweşiya enfeksiyona pişikê didome. Ji bo vê cureyê şarbonê hewcedarî bi testên laboratuvarê heye. Nîşaneyên wê jî vereşîn û emelê bi xwîn e.”    Gul di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku pîşeyên herî zêde di bin rîskê de ne, şivan û kesên bi sewalan re mijûl dibin, veterîner û xebatkarên laboratuvarê û kesên goştê zêde ne pijyayî dixwine. Gul anî ziman ku şarbona çerm bi hêsanî bi antîbiyotîkê dikare bê dermankirin û bêguman ev nexweşî li gor rewş, temen jî dikare giran be û heta mirinê bibe.   Mirov dikarin xwe çawa biparêzin?   Gul her wiha ji bo parastinê ev tişt anî ziman: “Divê çewlîgên sewalan bên şopandin. Divê sewalên bi guman bên aşîkirin. Divê cihên mîkroba şarbonê derbas bûye bê paqijkirin. Sewalên nexweş û mirî bêyî pêşniyariya veterîner neyê serjêkirin. Cesedên sewalan du metre kurahiyê de bê veşartin. Goştê hatiye îthalkirin jî teqez bê kontrolkirin.   Gul nokteyên divê baldar bê girtin jî wiha rêz kir:   *Divê tezgaha mutbexê baş bê şuştin.   *Goşt dikare bê xwarin lê divê baş bê pijirandin.   *Divê herî kêm 15 deqeyan goş bê pijirandin.   *Divê dest bê navber bên şuştin.   *Divê bi destê tazî dest nedin goşt.   *Destên li goşt ketibin jî divê nedin rûyê xwe.   *Teqez divê goşt xav neyê xwarin.   *Divê şîrê sewalan bê pastorîzekirin.   *Derbasî şîr nabe lê dema tê dotin, formên xurt dikarin derbasî şîr bibin. Divê şîr bê pijirandin.   *Divê dest nedin cesedê sewalên mirî yên bi guman an jî neyên serjêkirin.   *Di mirinên bi guman ên sewalan de agahî bidin rayedaran.