Nexweşên bawîbûna sedef dema ji tavê sûdê digirin divê baldar bin 2018-09-09 09:53:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Umut Kalyoncu diyar kir ku nexweşên sedefê dikarin fêdeyek mezin ji tîrêjên rojê bigirin lê nexweşên bawîbûna ji ber sedefê divê bi taybet nîvro zêde li ber tavê nemînin.   Sedef (psorîasîs) ku nexweşiyek çerme, di civakê de ji sedî 2 tê dîtin. Lezyonên sedefê hema hema li her derê bedenê tên dîtin, bi taybet di nav por de, henîşk, dest, ling û li cihê genîtal, binçengan, pêsîrê de tên dîtin. Endama Hîndekariya Beşa Zanista Nexweşiyên Hundir ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Hacetteyê Prof. Dr. Umut Kalyoncu, der barê nexweşiya bayê  sedefê de ev agahî dan: “Herî zêde dest û ling, cong û henîşk ji vê nexweşiyê bi bandor dibin. Tendonên hestî û movikan bi hev girê dide di vê nexweşiyê de kêmê digirin û nexweş piranî ji ber êşa paniyan gazinc dikin. Her wiha bi nexweşan re êşa pişt, kulîmekê tê dîtin. Ligel vê êşa stû û piştê jî tê dîtin.”   Umut destnîşan kir ku yek sedemên herî girîng a vê nexweşiyê bi malbatê ve girêdayî ye û got: “Ger nexweşiya sedefê bandor li çermê por, cihê genîtal û neynûkan kiribe, ev nexweş rîska ku bawîbûna ji ber sedefê pêş dixînin, diafirînin. Her wiha obezîte, nexweşiya diranan, enfeksyon jî vê nexweşiyê pêş dixînin. Divê nexweşên sedefê nerehetiyên xwe yek bi yek bi doktor re parve bikin.”   Umut di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bandora erênî ya tîrêjên rojê ya li ser lezyonên sedefê û got: “Tav ji bo sedefê baş e. tîrêjên rojê ji bo lezyonên sedefê bi rastî başin. Lê dihin deman de ev tîrêj  tav pir dîk tên û rê li ber şewitandinê vedikin. Ji ber vê dema ku nexweş bixwazin ji tavê sûdê bigirin divê baldar bin û wan demên ku tîrê gelek dîk tên zêde li ber tavê nemînin.”