‘Hun dil bidin wê xweza şifaya xwe bide we’ 2018-08-16 09:06:09   WAN-Makbule Kumlî ya ku ev 30 sal e bi rêbazên tipa alternatîf şikestin û jicihderketinan derman dike wiha dibêje: “Hun dil bidin xweza şifaya xwe dide.”   Jinên ji dîrokê heta roja me ya îro di nav xwezayê de ne, ji tipa alternatîf re jî pêşengiyê dikin. Yek ji kesên ku di roja îro de tipa alternatîf tercih dike Makbule Kumlî ya 65 salî ya li taxa Kurubaş a Artemîta Wanê dijî ye.   Makbule ya şikestin û jicihderketinên dest û piyan derman dike ev 30 sale rêbazên dermankirinê pêk tîne. Makbuleyê tecrubeyên xwe ji zarokên xwe re jî vegotine û di heman demê de hîndekariya xwezayê jî dike.   ‘Em xwe bi xwe derman dikin’   Makbule destnîşan dike ku bi alavên li malê bi rehetî nexweşiyên şikestin û jicihderketinan derman dike û destpêka xwe ya vî karî jî wiha vedibêje: “Ez biçûk bûm dayik û pîra min her tim li zozanan bûn. Ji ber em ji saziyên tenduristiyê durbûn me nexweşiyên xwe derman dikirin. Nexweşxaneyên herî nêz ya li navçeyê ya li navendan bûn. Mînak nexweşiyek ku pêşû bi te ve bide wê çawa bihata dermankirin. An jî nexweşiya sorikan û agirê bedenê ya ji ber vê dertê holê. Jî ber vê bi nebatên xwezayî çareserî pêk dianîn. Bi vê jî nexweşiyên xwe bi xwe derman dikirin.”   ‘Ewil min pez derman kir’   Makbuleyê bi lêv kir ku li zozanan dema lingê sewalan bişkiya an jî ji cih derketa wê derman kiriye û wiha got: “Dayika min lingê sewalan dikir cih, an jî şikestin hebûna derman dikir. Min jî her tim dişopand. Dayika min wefat kir min dest pê kir. Ewil min pez derman dikir. Din nava demê de min yên zarokan jî derman kir. Piştî demekê rehet dibûn û direviyan.”   ‘Hejmar nexweşên min zêde bûn’   Makbuleyê di berdeamiyê de ev tişt anî ziman: “Ez şikestinan bi rêbazên xwe derman dikim. Cihê ji cih derketibe, bi ava şîrgermî ji nîv saetê zêdetir mizd didim. Piştre cihê min mizdaye hêdî berbi xwe kaş dikim. Beriya her tiştî ez ji wan kişandina fîlm a ji aliyê doktor ve dixwazim. Ji bo dermankirinek şaş nebe ez fîlm dixwazim. Piştre ez hêk û sawuwê dikim nav hev. Dikim wek melhem. Didim ser paçekî û piştre didim ser cihê şikestî û girê didim.”   ‘Welatî kêfxweşin’   Makbuleyê anî ziman ku heta niha kesî nerazîbûn nîşanî wê  nedaye û anî ziman ku berovajî vê ji rêbaza dermankirina wê kêfxweş in û destnîşan kir ku  piştî dermankirinê mirov encamên erênî digirin.   ‘Divê jin baldar bin’   Makuleyê balkişand ser nerehetiyên bi jinan re dertên holê û got dema jin tiştekî giran bilind dikin boçika wan dikeve û vê jî sererast dike. Makbuleyê di dawiyê de wiha got: “Ez bi şifa destê xwe bawerim. Ez bi dildarî bi salane vî karî dikim. Hun dil bidin wê xweza şifayê bide.”