Rapora Otîzmê: Di çapemeniyê de bê dîtin wê bandorê jî bike 2018-07-19 09:22:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî ‘Rapora Civak û Cudahiya Otîzmê’  yek ji mijarên ku herî zêde malbat dikevin fikaran ev e ku zarokên wan rastî zordariyê bên û bandora mezin a nûneriya çapemeniyê li ser civakê heye.   Ji aliyê platforma mobîl Otsîma ve ‘Rapora Civakî û Cudahiya Otîzmê’ hat amadekirin. Li gorî raporê di rêjeya cudabûnê de zêdebûn heye lê di jiyana otîzmê de bandorek mezin tuneye.  Li Tirkiyeyê di rêzefîla ‘Çukur’ de li derveyê welat  di rêze fîlmên ‘The good Doctor’ û ‘Parenthood’ de dîtina kesên otîzmê  derbarê mirovên otîzmê de jî cudabûnê pêş dixîne.   ‘Di çapemeniyê de nûnerî tuneye’   Di lêkolînek li DYA’yê hatiye kirin de hezar û 202 kes tevlî bûye û ji sedî 50 dixwazin kesên otîzmê zêdetir bên temsîlkirin. Ji sedî 55 jî diyar dikin ku divê li dibistan, kargerî, mexaze û cihên din zêdetir li gorî kesên otîzmê tevger bêkirin û ji sedî 46 jî diyar dikin ku divê li dijî kesên otîzmê hestiyartir bê tevgerîn, ji sedî 43 jî diyar dikin ku divê bê pere xwe bigihînin rêbazên dermankirinê.   Her wiha tê gotin ku divê çapemeniyê de nûnerî bê kirin.