Li Sêwasê bi gûmana jahrîbûnê 300 kes rakirin nexweşxaneyê 2018-07-18 10:58:49   SÊWAS - Li navçeya Suşeriyê duh 300 kesî bi gûmana jahrîbûnê serî li nexweşxaneyê da.   Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê duh ji serê sibehê de ji ber dilxelandin, sergêjî, zikêş û êşa navê 300 kesî serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sûşehriyê da. Welatiyên ku bi gûmana jahrî bûne serî li nexweşxaneyê dan bi seromên ku ji wan re hatin dayîn derman kirin. Piştî dermankirina ku hat kirin welatî rê kirin malên wan.   Kesên ku serî li nexweşxaneyê dan diyar kirin ku wan bi gûmana ji avê jahrî bûne serî li nexweşxaneyê dane û derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.