'Xwe ji nexweşiya pençeşêrê biparêzin' 2018-07-13 09:59:38   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Bijîşka Nexweşiya Jinan û Zayinê Olga Roso derbarê pençeşêrê de got ku divê jin ji 6 mehan carekê ji bo kontrolê biçin nexweşxaneyê da ku xwe biparêzin.    Bijîşka Nexweşiya Jinan û Zayinê Olga Roso derbarê pençeşêrê de bi lêv kir ku di demên dawî de nexweşiya pençeşêrê zêde bûye û divê tedbîrên cîdî bê girtin.   Olgayê da zanîn ku divê ji bo tedbîra nexweşiya pençeşêrê mirov ji 6 mehan carekê biçe bijîşk û wiha got:"Di demên dawî de nexweşiya penceşêrê zêde bûye. Penceşêr li ser 3'ê pêlan tê, yek di sînga jinê de, dûyemîn di mala zarokê de, ya sêyemîn jî di hêkan de (Mebayîd) de. Penceşêra sîngê wekî kîtleyek biçûk derdikeve. Loma divê mirov sînga xwe her kontrol bike. Dema kîtle hat ferqkirin divê mirov demildest biçe nexweşxaneyê."   Olgayê wiha domand:"Ger ku şîr ango xwîn û av ji memikan hat an serê memikan ket hundir divê mirov biçe nexweşxaneyê û tedbîra xwe bigire. Ji bo parastina ji nexweşiyên giran check-up jî şerd e. Divê mirov bi tedbîrên cidî xwe ji nexweşiya pençeşêrê biparêze."    Her wiha Olgayê bal kişand ser germanhiya havînê ya zêde jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelek nexweşiyên mezin ji ber germê jî çê dibe. Loma divê mirov bi taybet jî jinên ducanî xwe ji germa zêde biparêzin."