'Di etîka tipê de newekheviya zayendî tune ye' 2018-06-04 09:07:41   ENQERE - Desthilatdariya AKP’ê li pêkanînên zayendperest yên wekê ‘otobusa pembe’, ‘teqsiya pembe’, pêkanîna ‘Ji bo nexweşên jin xebatkarên jin’ zêde dike.  Sekretera Jinan a SES’ê Selma Atabey  diyar kir ku di etîka tipê de newekheviya zayendî tune ye û got divê jin ewil xwe bigihîne ximzeta tenduristiyê ya baş.   Musteşarê Wezareta Tenduristiyê Eyup Gumuş  diyar kiribû ku ji bo nexweşên jin wê personelên jin xizmetê bidin û ev wek ‘mizginiyê’ ragîhandibû.  Eyup da zanîn ku bi taybet ji klînîkên welîdîna jinê tên daxwazkirin.   Sekretera Jinan a SES’ê Selma Atabey diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê di 16 salan de polîtîkayên xwe yên jinan li her qadê kir meriyetê û  dixwaze vê di qada tenduristiyê de jî pêk bîne.   ‘Di tipê de newekhevî tune ye’   Selmayê pêkanîna ‘otobusên pembe, teqsiyên pembe’ û ‘Kadin AVM’ ya li Stenbolê vebûye jî bibîr xist û got ev pêkanîn dibe sedema ku jin cuda bên dîtin û got: “Li ser daxwaza nexweşxan mafê wan heye ku doktoran tercîh bikin. yanî hewcedarî bi qanûnek taybet tune.  Daxuyaniya musteşar jî polîtîke.  Di qada tenduristiyê de emê li dijî polîtîkayên zayendperest têbikoşin.  Divê ewil xizmetek baş bê dayîn. Emê bibin şopdarên van pêkanînên zayendperest.”