Li nexweşxaneyên dewletê ewlehiya can tuneye! 2018-05-14 09:10:14   MÊRDÎN - Di mehên borî de ji ber kêmasiyên alavên teknîkî Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê hatibû rojevê û niha jî nexweşxane bi pirgirêka ewlehiyê ku lê tê jiyîn di rojevê de ye.   Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê ku di mehên borî de ji ber kêmasiyên alavên teknîkîkê hatibû rojevê, pirsgirêkên lê tên jiyîn naqedin. Li naçveya ku bi hezaran nifûsa wê heye, li nexweşxaneya dewletê jî kêmasiya doktor û alavên teknîkî hene û nexweşên tên wir dişînin Mîdyatê. Tevî ku pisporê welîdîna jinan heye jî ji ber odeya welîdînê tune li nexweşxaneyê niha pirsgirêka ewlehiyê tê jiyîn. Li nexweşxaneya ku seranserê şevê doktorê nobedar û hemşîre heye, xebatkarê ewlehiyê tuneye.   ‘Hewce bi elwehiyê tuneye jixwe cihekî biçûk e’   Xebatkarên nexweşxaneyê gotin tevî ku bi dehan carî serî li Wezareta Tenduristî û Midûriyeta Tenduristiyê dane jî ji wan re gotine ‘hewcedarî bi ewlehiyê tuneye ji xwe cihekî biçûk e’ û gotin ew her roj di mijara ewlehiyê de pirsgirêkan dijîn.  Xebatkaran gotin heta serê sibê nobetê digirin û xwe ewle hîs nakin û got dema pirsgirêk tên jiyîn jî neçar dimînin gazî polîs bikin.   ‘Ewlehiya canê xebatankaran tuneye’   Xebatkarekî nexweşxaneyê wiha got: “Berê jî me bi dehan carî xwest lê gotin hewce pê tuneye. Peywirdarê ewlehiyê nedan me. Berê êrîşa fîzîkî hat jiyîn. Her roj bi xizmên nexweşan re pirsgirêk tên jiyîn. Doktor êdî nizanin çi bikin. Ewlehiya canê kesî tuneye. Her kes bi fikar tê nexweşxaneyê.”