Rêjeya otîzmê ji sedî 15 zêde bû 2018-05-09 09:03:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên rojane yên Navenda Parastin û Kontrona Nexweşiyan a DYA’yê  bi zarokên temenê wan têrî dibistanê dike de di navbera salên 2012-2014’an de otîzm ji sedî 15 zêde bûye.   Ji aliyê Tora Şopanaina Kêmasiyên Pêşketin û Otîzmê  (Autism and Developmental Disabilities Monitoring Network) ya ji aliyê  Navenda Parastin û Kontrona Nexweşiyan a DYA’yê  tê fînansekirin û li ser 300 hezar zarokî kontrola otîzmê dike, du salan carê rapor tê weşandin û li gorî raporê di 2014’an de   ji 59 zarokî yek teşîsa xerabûna spektruma otîzmê (OSB) hatiye kirin.  Ev rêje di 2016’an de ji 68 zarokî yek bû.   Bi zarokên law re zêdetir e   Li gorî daneyên lêkolînê li gorî zarokên keç, bi zarokên law re zêdetir otîzm tê teşîskirin.Di sala 2012’an de ev cudahiya navbera zayendê de kêm bûye. Di raporê de tê dîtin ku teşîskirina temen nakeve. Her çiqas otîzm di temenê 2 salî de bê teşîskirin jî di 2014’an de bi gelek zarokan re di 4 salî de hatiye teşîskirin. Mudaxale û teşîsa zû gelek girîng e.   Pêkanîna otîsmo    Ji bo zarokên sendroma otîzmê li 91 welatî pêkanînek mobîl ya derfeta kontrola derbarê hişê çêker a malbatên zarokan û ji bo zarokan lîstikên hîndekar heye.