Malbat ji bo zarokên bi nexweşiya SSPE'yê ne dermankirina hucreya kok dixwazin 2018-04-20 09:05:58   ŞIRNEX - Li Şirnexê di demên dawî de nexweşiya SSPE dîsa tê dîtin û malbat ji bo zarokên di serê salên 2000’î de hatine dinê bi fikar in. Ji ber vê dermankirina hucreya kok dixwazin.   Bi taybet li bajarên Kurdan bi zarokên di 2000’î de hatine dinê nexweşiya Subakut Sklerozan Panensefalîst  (SSPE) tê dîtin û di demên dawî de bi sedan zarokî re tê dîtin. Malbatên Şirnexê îdia dikin ku sedema vê nexweşiyê ‘aşiya bayat’ ya ji aliyê nexweşxaneyan ve di salên 2000’î de li zarokan hatiye kirine û ji ber nexweşî li Kurdistanê zêde tê dîtin, ev encam derdikeve holê. Li herêmê ji bo vê nexweşiyê jî dibêjin ‘Nexweşiya Kurd’. Emel Kirmizigul a li Cizîr a Şirnexê dijî  ku keça wê Munevver (18) bi vê nexweşiyê ketiye daxwaz dike ku ji bo dermankirina wê, dermankirina hucreya kok bê kirin û ji bo vê jî bang kir.   ‘Keça min di sê mehan de hişê xwe winda kir’   Emelê destnîşan kir ku biraziya wê jî 10 sal berê dema 8 salî bûye ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye û got her du jî di sala 2000’î de hatine dinê. Emelê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Keça min di 6’ê Mijdara 2017’an de hewale derbas kir. Nexweşxaneya vir got Epîlepsî ye. Piştre me bir Mêrsînê gotin nexweşiya SSPE ye.  Gotin sedema vê jî aşiyên bayat in. Me bir Enqereyê jî. Wan jî heman tişt got. Em hatin malê du mehan derman bikar anî. Lê gotin ev derman nexweşiyê tune nake û tenê hinek din di nav nivînan de dihêle.  Tevî bikaranîna dermanan di meha sêyemîn de hişê xwe winda kir, çavên wê nedît û nikare biaxive. Bi zor dimeşe. Bêyî me nikare bimeşe. Me nas nake.”   Emelê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku keça wê gelek serkeftî bûye û got li ber çavên wê her diçe tune dibe û ji bo dermankirina keça xwe banga dermankirina hucreya kok kir.   ‘Nexweş tenê ji Kurdistanê tên’   Xaltiya Munevverê, Sebahat Doganer jî  destnîşan kir ku bi sedan malbat li bende dermankirina kok hucreyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dermankirin mirovan di alî aborî û manewî de têk dibe. Munevver ya berê her tiştê xwe dikarî bikira niha nikare rabe ser piyan. Berê jî me biraziya xwe winda kir. Em naxwazin zarokên me li ber çavan bihelin.  Ji Dêrsîmê heta Cizîrê bi sedan zarok bi vê nexweşiyê ketine.  Li gorî doktoran li bajarên Tirkiyeyê tu nexweşên wisa nayên cem wan. Hemû ji Kurdistanê diçin. Li Şirnexê ji 34 zarokên bi vê nexweşiyê ketine 10 hebî jiyana xwe ji dest dane.  Di salên 2000’î de aşiyên bayat li zarokên me xistine. Em ji zarokên xwe yên di wê salê de hatine dinê bi fikar in. Em dibêjin lê tiştek bê serê wan. Di wan salan de ceyran pir diçû.  Dermanên nexweşxaneyan jî xira dibin. Kes ji bo dermankirina vê nexweşiyê tiştekî nake. Ya mijara gotinê ye, jiyana zarokên me ne. Em naxwazin zarokên me bimirin.”