Ji bo dermankirina nexweşiyan teşîsa zû girîng e 2018-04-03 09:19:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Teşîsa, nexweşiyên kêm tên dîtin ji sedî 75 zarok di bin bandora van nexweşiyan dimînin. Heta 7 salan jî berdewam dike. Ji ber vê jî pêngava ewil a dermankirinê jî teşisa rast e.   Di civakê de di navbera her ji du hezar kesî de  nexweşiyên tên dîtin û piranî kronîk û jiyanê tehdîd dikin tê gotin ‘nexweşiyên kêm tên dîtinê ne’. Tê diyar kirin ku ev nexweşî bandorê li ser ji sedî 5 û 6’ê civakê dike.  tê diyar kirin li cîhanê 350 mîlyon û li Tirkiyeyê jî  5-6 mîlyon kes bi van nexweşiyan dikevin.  Ji sedî 95’ê nexweşiyê hîna dermankirina wê tune. Ji bo kes teşîsa nexweşiyê bike jî heta 5 salan dikare pêvajoya wê berdewam bike. Ji bo teşîskirinê jî divê ji yekî zêdetir doktoran bibînin.   Teşîsa şaş tê dayîn   Li gorî sekreterê giştî yê Komeleya Fîrmayên Dermanan ya Lêkolîner (AIFD) Umît Derelî diyar kir ku kesên ‘nexweşiya wan ya kêm tê dîtin’ heye neçar dimînin  herî kêm biçin cem 8 doktorî û got herî kêm du sê caran teşîsa şaş tê danîn.  Ji sedî 40’î kes herî kêm carekê teşîsa şaş digirin û dermankirina wan jî ji ber sedemên cuda dereng dimîne. Sedema vê jî eve ku agahiyên zanistî ne têrin û ne xwedî cûdabûnê ne.   Ji bo ku ji bo nexweş û xizmên wan jiyanek kalîtetir bê pêşkêşkirin divê pêngavên rast ji bo dermankirinê bên avêtin. Doktor gelek caran ji gazincên nexweşan fêm nakin.  Di encama vê  de jî teşîsa şaş tê danîn. Piraniya van nexweşiyan ji sedî 75 bi zarokan re tê dîtin.