Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul: OHAL bixwe ji tenrustiyê re bi zirare 2018-03-25 09:03:46   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku di encama KHK’yan de bi hezaran kedkarên tenduristiyê hatine îxrackirin û di encama vê de gel jî nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê û li gelek deveran pispor tune û got: “Di tenduristiyê de kêmasî pirsgirêkên mezin ava dike. OHAL bixwe ji tenduristiyê re bi zirare.”   Pirsgirêkên di qada tenduristî û xizmetên civakî de bi OHAL û KHK’yan kûrtir bûn.  Bi hezaran kesên tenduristî xwendine ji ber ‘lêpirsîna ewlehiyê’ nikarin dest bi kar bikin.  tevî kêmasiya xebatkaran cih nadin karkeran.  Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden der barê pirsgirêkên qada tenduristiyê de nirxandin kir û wiha got: “Tasfiyekirina xizmetên cemawerî xwe dispêre 30 sal berê.  Xizmeta tenduristiyê jî ji vê tasfiyeyê para xwe girtiye û paşeroja xwe diçe heta salên 80’ê. Ji 1980’an hata niha pên gav bi pêngav ev qad kirin piyasa û meta.”   Gonulê destnîşan kir ku di 2002’an de bi desthilatdariya AKP’ê re veguhestina di qada tenduristiyê de lez bûye û ev tişt anî ziman: “Bi AKP’ê re hema hem adi her qadê de guherîn hatin kirin û ev guherîn ne li gorî hewcedariyên gel, li gorî berjewandiyên sermayê bi teşe bûn. Encamên vê jî gelek neyînîne.”   ‘Ji aliyê wezaretê ve nayê şopandin’   Gonulê diyar kir ku bi OHAL’ê re bi giştî ji ser 110 hezar kesî ji qada cemawerî hatine îxrackirin û ji qada tenduristiyê jî 12 hezar kes hatine îxrackirin. Gonulê wiha bertek nîşan da: “Em hewl didin ku tespîta aliyê neyînî yê vê rewşê ya li qada tenduristiyê  bikin.  Wezaret di vê mijarê de tiştekî nake.   Hewl dane piştgiriyê bide xebatên me. Der barê îxracan û bandora li ser tenduristiyê nirxandinan nake. Em bi hewldanên xwe hewl didin tespît bikin.”   ‘Gelek klînîk hatin girtin’   Gonulê bi lêv kir ku bi hinceta OHAL û KHK’yan gelek îxrac pêk hatine û barê kedkarên tenduristiyê jî pir giran bûye û zêdetir saetên xebatê dane xebatkaran. Her wiha Gonulê got ku gelek klînîk jî hatine girtin. Gonulê  Feyruz Pulat ya li Cizîrê bi bebeka di zikê xwe de ji ber nebûna doktorê jinan jiyana xwe ji dest daye û got: “Sedema vê tunebûna pisporê nexweşiya jinan ye.  Dikaribû bi hêsanî pêşî li mirina dayik û zarokê bihata girtin.  OHAL bixwe ji tenduristiyê re bi zirare. Şertê esas yê tenduristiyê jî aştiye. Her wiha wê têkoşîna me ya sendîkal jî bidome.”