‘Ji bo dermankirina bê kelepçe divê hekîm însiyatîfê bigire’ 2018-03-03 09:03:29   Safiye Alagaş   AMED - Endama Komîsyona Mafê ÎTO Gîzem Akça  diyar kir ku ji ber tijebûna girtîgehan û sînorbûna xizmetên tenduristiyê nexweşî dertên holê û got di asta duyemîn a xizmetê de ji ber dermankirina kelepçekirî hatiye pirsgirêk zêde bûne, divê hekîm di vê nokteyê de însiyatîfa xwe bikar  bîne.   Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîbên Stenbolê (ÎTO) doktor Gîzem Akça balkişand ser pêvajoyên dermankirinê û got wek hekîmekê dema tenduristî tê gotin ew ewil hekîmtiya diparêze û civakîbûnê digire dest û got li girtîgehan jî esasên hekîmtiya diparêze pêk nayên. Gîzemê daxuyakirin ku hekîmtiya diparêze pirsgirêkên dibin sedema nexweşiyan ji holê radike û wiha pê de çû: “ Çi dibe sedema nexweşiyan; qirêjî, hawirên nebaş, ne paqij, nebûna hekîmtiya diparêze, netevlîbûna bernameyên aşiyan, kontrolên rutîn nekirin.  Di vê nokteyê de aliyên derdikevin pêş me hene. Ev zarok, jin û jinên ducanîne.”   ‘Girtîgeh tijene û ev rê li ber nexweşiyan vedikin’   Gîzemê balkişand ser tijebûna kapasîteya girtîgehan û got li girtîgehan mirov li erdê carna jî ligel hev li ser nivînekê radizên û wiha pê de  çû: “Li girtîgehan gelek sedemên nexweşiyan peyda dikin hene. Ji bo nexweşiyên belav dibin ji holê rabe dermankirin divê bê kirin. Bi parastinê dikare pêşî lê bê girtin. Nexweşiya êşa zirav li girtîgehan li ser rêjeya Tirkiyeyê ye. Yek ji sedema vê nexweşiyê zêdebûna mirovan a li girtîgehan e. Neçarin ligel hev bijîn.”   Gîzemê balkişand ser rewşa girtiyan û got: “Em girtina mirovan wek pergaleke cezakirinê nabînin. Ji bilî pergala cezakirinê, polîtîkaya wek dijmin dîtin, qedandina wan û bidawîkirina jiyana wan e. Polîtîkaya dewletê ya derbarê girtiyan helwesteke bêperwa ye. Xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ya asta yekem a li girtîgehan, demên wê kurt in, ligel zextên psîkolojîk, li şûna biçin asta duyem a xizmetên tenduristiyê, di sewqkirinê de pirsgirêk tên jiyîn. Tevî doktorê girtîgehê dibêje divê nexweş biçe asta duyem, nabin nexweşxanê û pirsgirêk tên jiyîn. Di rojeva me de jî dermankirina bi kelepçe heye û ev pirsgirêkên mezin ava dike. Ev pirsgirêkek mezin e. Mafê herî sereke ya girtiyan ev e ku bê kelepçe bên dermankirin. Divê doktor di dermankirina bê kelepçe de întîsiyatîfa xwe bikar bîne.”