Giliyê derbarê bersûcê îstîsmarê de paşve hat kişandin? 2018-02-23 09:18:29       ŞIRNEX - S.D. yê ku cerdevaniyê dike derbarê wî de ji ber ku istismara zayendî kiribû doz hatbû vekrin. Di doza ku hatibû vekirin de îfadeyê ku hatibûn dayîn hemû paş ve hatin kişandin. Zarokên ku li emniyet û li dozgeriyê îstîsmar vegotin îfadeyên xwe guhertin û malbatan jî giliyê xwe paşve kişand.     Li navçeya Silopî ya Şirnexê S.D. (30) yê ku cerdevaniyê dike li dijî 8 zarokan îstîsmara zayendî pêk anîbû. Piştî ku zarokekî ji mamosteyê xwe re bûyer vegot derketibû holê ku S.D. yê cerdevan di navbera salên 2014 û 2017’an de zarok îstîsmar kirine. Piştî ku rêveberiya dibistanê û malbatan derbarê bûyerê de serlêdana sûc kirin derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û li gel mamosteyê zarokan û psikolog  îfadeya zarokan hatibû girtin. Piştî îfadeya zarokan derbarê S.D.yê bersûc de biryara girtinê hatibû dayîn.   Îfade hatin guhertin!   Daneşîna dozê ya yekem li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dît. Di daneşîna ku hat kirin de 8 zarokên ku bi îstîsmarê re rûbirû hatin hiştin îfadeyên xwe guhertin û malbatan jî got ku tiştekî wiha ne pêkan e bersûc xizmên wan e û zarok derewan dikin.   Doz hat taloqkirin   Piştî îfadeyên bi nakok heyeta dadgehê biryar da ku girtî darizandina bersûc berdewam bike û doz taloqî 21’ê Adarê kir.