‘Bi dermanên nû têkoşîna li dijî penceşêrê xurt bû’ 2018-02-04 09:30:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîgirê Serokê Komeleya Onkolojiya Tibbî ya Turk û Pisporê Onkolojiya Medîkal a Navenda Tenduristiya Anadolu, Prof. Dr. Serdar Turhal  diyar kir ku bi lêkolîn û dermanên nû têkoşîna li dijî penceşêrê xurt bûye. Serdar her wiha bi lêv kir ku  di nexweşiya pençeşêra memikan de dermanên nû derketine û bi saya vê pêvajoya dirêjbûna jiyanê  dikare bê dirêjkirin û kalîteya jiyanê dikare bê zêdekirin.   Penceşêr yek ji pirsgirêka tenduristiyê ya herî mezin a mirovane û li seranserê cîhanê 4’ê Sibatê wek Roja Pençeşêrê tê qebûlkirin.  Di 4’ê Sibatê de der barê pençeşêrê de bi armanca cuhadî bê afirandin xebatên cuda tên meşandin.  -Alîgirê Serokê Komeleya Onkolojiya Tibbî ya Turk û Pisporê Onkolojiya Medîkal a Navenda Tenduristiya Anadolu, Prof. Dr. Serdar Turhal  der barê pençeşêra memikan de agahî da û got: “ Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê li Tirkiyeyê rêjeya pençeşêra giştî û pençeşêra memikan, li gorî DYA û Ewropayê kêmtire.”   Cihên hişk û bê êş   Serdar di berdewamiya axaftina xwe de behsa nîşaneyên pençeşêra memikan kir û got: “Nîşaneya herî zêde tê dîstin, cihê hişk û bê êş e. sînorên vî cihê bi aliyên din re jî ne diyare.  Nîşaneya herî kêm tê dîtin jî  sorbûna çerm e.”   Serdar di dawiya axaftina xwe de anî zimain k udi roja îro de di dermankirina pençeşêra memikan de dermanê bi bandor hatine pêşxistin û bi gelek nexweşan re, nexweşî  di bin kontrolê de tê girtin.