Serbijîşkê ku wê dest bi peywirê bikira hîna dest pê nekiriye 2018-01-11 11:41:43   AMED - Hat aşkerakirin ku ev salek e li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîlê Serbîjîşik tune ye.   Hat aşkerakirin ku ev salek e li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîlê Serbîjîşik tune ye. Herî zêde kesên ku ji tevlihevî û zêdebûna nexweşan a li nexweşxaneyê neyînî bi bandor dibin jî jinên ducanî û yên ku welidî ne. Ji aliyekî din ve jî hat diyarkirin ku raporên nexweşan nayên îmzekirin û dema ku ji bo îmzeyê tên qebûlkirin jî pêvajoya îmzekirinê bi rojan berdewam dike.    Paqijî û xizmeta ji bo nexeşan nayê kirin   Li nexeşxaneyê pirsgirêka tunebûna amûrên paqijiyê jî tê jiyîn û hat diyarkirin ku personelê nexweşxaneyê ji ber vê pirsgirêkê pev diçin.  Li nexweşxaneyê ji ber tunebûna serbijîşik biryarên ku ji aliyê rêveberiyê ve tên girtin jî car caran bi mehan tên rawestandin û piştre ji aliyê bijîşkên ku weakleten li wî karî dinêrin ve tên îmzekirin.      Kantîna nexweşxaneyê girtî ye   Her wiha kantîna nexweşxaneya ku ji navenda bajêr dûre jî ev 2 sal e ku girtî ye û xizmên nexweşan ji bo ku xwarin û vexarinekê peyda bikin bi saetan rê diçin û tên.   Ji bo piştrastikirina van îdayan Mudurê Tendurstiyê yê Bajarê Amedê Dr Saît Avar ê ku me bi riya telefonê di 18'ê kanûna 2017'an  de xwe gîhandê  jî wiha got: " Gotina ku serbijîşik li nexweşxaneyê tune ye ne rast e. Ji meha hezranê de bijîşkên ku wekaleten li şûna serbijîşik dinêrin hene û di nava vê hefteyê de jî wê serbijîşik ji nexweşxaneyê re bê tayînkirin."