Nezahatê bi dermanên xwezayî li dijî nexweşiyan disekine 2017-12-17 09:14:36   WAN - Nezahat Gur li dijî enfeksiyona şewbê, ba û êşa bincilka jinan, dermanên nebatî çêdike û got agahiyên ji dayik û dapîra xwe hîn kiriye. Nezahatê bi lêv kir ku her jin dikare havînan xwe bigihîne nebatên bi şifa.   Nezahat Gur a li Îpekyola Wanê dijî ji bo gelek nexweşiyan dermanên ji nebatên xwezayî çêdike. Nezahatê diyar kir ku bi taybet ji bo zarokên bi şewbê dikevin û bi vê re broşît û astimî dibin dermanên xwezayî çê dike.    Nezahatê wiha got: “Lîmonekê bikin çar parçeyan. Bikin beroşê. Kulmek nane, kulmek çatir têxinê. Avê têxinî. 5 deqeyan bikelînin. Piştre parzûn bikin. Bikin şûşeyekê. Piştre sibê êvarê qedehek çayê bidinê. Ev bîhna wan vedike. Ji bo serma û kuxikê dermanekî pir baş e. Ger ev kuxikê derbas neke. Tivirek reş, bi kêrê hundirê wê vebikin. Kevçiyek zencefîl, du kevçî hingiv têxinê. Du sê cihan qûl bikin. Wê ava wê xwe berde. Vê avê bikin şûşeyekê û sibê êvarê kevçiyekî bixwin.”   Nezahatê diyar kir ku ji bo gelek nexweşiyên din jî dermanan çêdike û ji bo nexweşiyên jinan jî dermanên wê hene. Nezahatê bi lêv kir ku axa Kurdistanê di alî nebatan de gelek dewlemend e û got her jin havînan dikarin xwe bigihînin nebatan.