'Ji bo zarokên bi nexweşiya diyabetê pêwîst e cihazên bi sansor werin sitendin' 2021-12-24 09:01:26   Medya Uren   AMED - Tendirustvana beşa perwerdeya nexweşiya Şekirê Tip 1'ê Aynur Kaya di derbarê nexweşiya zarokan û pêwîstiyên wan de axivî û wiha diyar kir:"Tîp 1 nexweşiya şekir a ku di zarokan de tê dîtin e. Di tedawiyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku di nava rojekê de em 4-6 caran tiliyên wan qul dikin. Li hemberî qulkirinê em weke tendirustvan daxwaza cîhaza bi sansor a ku bêyî qulkirinê şekir dipîve dikin. Pêwîst e cîhaz ji aliyê dewlet û SGK'yan ve werin pêşwazîkirin."   Nexweşiya şekir ku zêdetirîn weke nexweşiya mezinan tê zanîn di zarokan de jî bi rêjeyek zêde derdikeve pêşiya me. Ev jî dibe sedem ku zû neyê ferqkirin. Li rex van pirsgirêkan jî di pêvajoya tedawiyê de jî zarok bi pirsgirêkên girîng ên weke pîvana şekir rû bi rû dimînin. Di nava rojekê de bi caran xwîn ji wan tê girtin û ev dibe sedema tirsek mezin jî. Tendirustvan Aynur Kor a ku perwerdeya nexweşiya şekir a zarokan dide, têkildarî nexweşiyê nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir û got pêwîst e ji aliyê dewlet û komeleyan ve ji bo zarokên nexweşiya şekir derfetên pîvana şekir werin pêşxistin.   Şekira Tip 1 çiye?   Tip 1, bêhtirîn di zarokan de tê dîtin û nexweşiyek domdar e. Di zarokên nû ji dayik dibin de gelek caran di pankreasê de hinek hormonên ku insulînê hildiberînin têk diçin. Têkçûna hormonên însulîn ên ku karê hevsengiya xwînê dikin jî dibin sedema rûdana nexweşiya şekir a ku domdar be. Ji bo şekirê xwînê bikeve nava hevsengiyê jî zarok neçar dimîne ku di bin nêhêrîna bijîşkan de be.   Nîşaneyên nexweşiya şekir a zarokan    Aynûrê diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng a zarokan ew e ku nexweşî zû nayên ferqkirin û li ser mijarê ev agahî parve kir:"Yek ji nîşaneyên sereke yên nexweşiya şekir zêdeçûyîna destavê ye û zêdevexwarina avê ye. Li gel van qelsbûna laş û giranbûna enfeksiyonê jî nîşaneyên girîng in. Ger ku em van nîşaneyan di zarokan de bibînin pêwîst e em serlêdana bijîşkan bikin. Ger ev nîşane ji aliyê malbat û bijîşk ve baş werin çavdêrîkirin wê demildest nexweşî were kontrolkirin. Lê mixabin weke me di serî de jî anî ziman ev nexweşiyek ku li zarokan nayê ye û ji ber vê sedemê jî ne malbat ne jî bijîşk zû nakevin ferqê. Hemû zarokên bi nexweşiya şekir dema lê giran dibe tê ferqkirin. Helbet ev kêmasiyek girîng e û pêwîst e malbat werin agahdarkirin."   'Tedawiya zû girîng e'   Aynûrê bi lêv kir ku dema nexweşiya şekir tê gotin, kesên temenê wan mezin û qelew tê hişê mirovan. Lê nexweşiya şekir a Tip 1 gelek cuda ye û di zarokan de tê tîn. Aynûrê wiha pê de çû:"Bi jimarek kêm tê dîtin lê belê li gorî berê gelek zêde bûye. Di nava mehekê de em herî kêm 15 nexweşên nû digirin. Ev jî jimarek girîng e. Li Tirkiyeyê jî bi giştî nêzî 20 hezar zarokên bi vê nexweşiyê hene. Ev rêjeya her ku diçe zêde dibe jî şert û mercên jiyana me diyar dike. Tevgereke bi tendirust di asta jiyanî de girîng e. Her çiqasî di zarokan de sedem ne ev bin jî ev rêgezên jiyanî dibin sedema hevsengiya jiyana wan."   'Ewlehiyên tîmarbûnê girîng in'   Aynûrê da zanîn ku ji bo mirovek bi tendirust jî ewlehiyên tîmarbûn û lebatê girîng e. Aynûrê ev pêşniyar kir:"Pêwîst e her mirovek li werzîş û tîmarbûna xwe baldar be. Nexweşiya şekir a Tip 2 genetîk e û kesên di malbata wan de ev nexweşî hebin pêwîst e bêhtir baldar bin. Lewra kesên bi nexweşiya Tip 1 û Tip 2 jî pêwîst e li tedawî û tîmarbûna xwe baldar bin. Em li nexweşxaneya xwe rêjeya karbonhîdratê ya ku nexweş bigire dipîvin û li gor wê nexweşiya wan dixin hevsengiyê. Piştî tîmarbûnê jî werzîşê didin kirin. Di vî karî de ne tenê em dixebitin. Diyetîsyen, werzîşvan, derûnas, bijîşk û mamoste hene."   'Pêwîst e cihazên bi sansor werin stendin'   Aynûrê herî dawî ev gotin kir:"Di aliyê tedawiya zarokan de pirsgirêkên girîng tên jiyîn. Di nava rojekê de 4-6 caran xwîna zarok tê girtin û tiliyên wan tên qulkirin. Di kesên temenê wan mezin de dibe ku ev yek ne gelek girîng be lê belê di zarokan de ev rêje gelek e. Ji bo zarokên bi nexweşiya diyabetê pêwîst e cihazên bi sansor werin stendin. Ev cîhaz bêyî ku tilî werin qulkirin jî şekir dipîve û bi qasî bixwazî jî dikarî bigirî. Pêwîst e li Tirkiyeyê jî ev cîhaz werin girtin. Me di vê derbarê de kampanya daye destpêkirin, dirûşma me jî ev e; ‘ji bo cihazên bi sansor tilî rakin’. Em ji vir ji SGK û dewletê re dibêjin ku van pêwîstiyan pêşwazî bikin"