Li Muşê ji ber kêmbûna bijîşkan nexweş sewkî bajarên din tên kirin 2021-11-13 09:03:24   MUŞ - Li navend û gelek navçeyên Muşê li nexweşxaneyan ji ber kêmbûna bijîşkan pirsgirêkên tên jiyîn, didomin. Li Muşê hejmara bijîşkan kêm e û nexweş sewqî bajarên din tên kirin.   Li nexweşxaneyên Muş û navçeyên wê ji ber kêmbûna doktoran pirsgirêkên heyî didomin. Bi giştî li Muşê ev pirsgirêk tê jiyîn û hîna jî mirov sewqî nexweşxaneyên bajarên din tên kirin.Welatî der barê doktorên welîdîna jinan û nexweşiya zarokan de pirsgirêkan dijîn. Welatiyan gotin ev sê sale pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ser pergala randevuyê girtina fîşê û dermankirin hema hema bê nayê kirin. Mirov wek 25-30 sal berê di tarîtiya sibehê de tên nexweşxanê û fîşê digirin. Yên fîşê digirin xwe bi şans dibînin. Muş di her alî de di warê derfetande di rêzên dawî ya welat de cih digire û bajarekî xizan e. Li nexweşxanê jî di alî tenduristiyê de pirsgirêk tên jiyîn.    Der barê mijarê de hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Zana Tora axivî.    ‘Welatî nikarin randevuyê bigirin’   Hevserokê SES’ê  wiha got: “Bêguman hejmara doktoran kêm e. Li Muşê tu carî hejmara doktoran têr nîne, sedema vê jî şertên xebata giran û populasyona nexweşan zêde ye. Ji ber alternatîf tune ev dibe sedema kêmbûneke cidî ya hejmara bijîşkan. Welatî nikarin li ser pergala randevuyê, fîşê bigirin. Ev hema çi bigire pêk nayê.  Di beşên welîdîna jinan, çav û cildiyeyê de jî rewş ne cuda ye. Li Muşê di 2013’an de  nexweşxana dewletê vebû. Beriya vê Nexweşxana Dewletê ya Muşê ya nexweşxana welîdîna jinan û zarokan hebû. Piştî 2013’an ev kirin yek. Ji ber vê potansiyela nexweşa ranake. Ji bo ji polîklînîka welîdîna jinên dor bê girtin divê rojek berê nexweş navê xwe bidin qeydkirin. Ji ber tevliheviya randevuyan nîqaş vediguherin aloziyê. Rewşên ku digihêjin şîdeta fîzîkî tên jiyîn.”    ‘Polîtîkayeke bi pişgiriya wezaretê ya bi armanca teşwîqkirinê’   Hevserokê SES’ê daxuyakirin ku Muş yek ji bajarên ku herî zêde nexweş sewqî bajarên din tên kirinê ye û wiha dawî lê anî: “Nexweşana herî nêz (Nexweşxaneyên Fakulte û lêkolîn Perwerdê) 250-300 km dur in.  Nexweş û xizmên wan dema diçin bajarên din jî di alî starbûnê de pirsgirêkan dijîn. Ji xwe rastiyeke bajar ya ku rewşa aborî nebaşe heye. Dema mijar dibe tenduristî kes nafikire. Doktorên tên Muşê bi peyman dixebitin. Peyman bi nexweşxaneyê re tê kirinê. Polîtîkayek bi piştgriya wezaretê ya bi armanca teşwîqê heye. Dibêjin em mûçe zêde bikin wê bixebitin. Tevî mûçeyên zêde digirin jî 15 meh xizmeta ferzkirî diqedînin û diçin. Armanca wan ne sivikirina barê xebatê ye, armanca wan kar e. Ji bo barê kar sivik bikin tiştekî nakin lê ji bo zêde karê bikin vê pêk tînin. Nexweşxana dewletê ya Muşê yek ji nexweşxaneya ku herî zêde ji hejmara nivînên SGK û dermankirinê pere digire ye û rojane bi giştî li 3 hezar nexweşî dinêre.”