‘Egzersiz ji bo beden û rih girîng e’ 2021-10-23 09:04:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Pispora Beşa Welidîn û Nexweşiyên Jinan Dr. Ruhnaz Yilmaz da zanîn dema derbasbûna menopoz û piştî wê guherînên beden û psîkolojîk tên jiyîn û got li dijî vê pêkanîna egzersizan gelek girîng e.   Menopoz di bedena jinê de, dibe sedema rawestîna hêkan û bi vê re jî hilberandina hinek hormonan disekinîne, regil jî bi giştî tê birîn.  Der barê mijarê de Pispora Beşa Welidîn û Nexweşiyên Jinan Dr. Ruhnaz Yilmaz axivî û bal kişand ser pirsgirêkên dema menopozê.   Ne pêkan e kengê dest pê dike   Ruhnaz Yilmaz destnîşan kir ku yek ji nîşaneya herî zêde tê dîtin a menopozê, ev e ku regil wek berê zêde nayê dîtin, bê pergal tê dîtin û laş germ dibe û got: “Ev nîşane bi giştî 4 sal beriya menopozê dest pê dikin. Ji bilî vê, xerabûnên xewê,  tengezarbûna rihî û zêdebûna kîlo ye.”     ‘Her qûtbûna regilê ne menopoz e’   Ruhnazê daxuyakirin menopoza normal navbera temenê 40-45’an de ye û got beriya temenê 40 qûtbûna regilê, ji ber qelsiya hêkan e. Her wiha derengketina regilê û germahiya laş yên nîşaneyên menopozo ne, dibe ku ji ber nexweşiyên din jî bin û di vê pêvajoyê de teqez divê kontroleke jînekolojîk bê kirin.    ‘Egzersiz hewcedariya serekeye’   Ruhnazê destnîşan kir ku hinek çavkanî dibêjin ku egzersiz germahiya laş kêm dike lê di vê mijarê de lêkolînên hatine kirin, dibêjin ku fêdeya egzersizê tune û got: “Piştî menopozê kîlogirtin zêde dibe, helîna hestiyan lez dibe. Egzersiz her çiqas germahiya laş kêm neke jî, ji bo tenduristiya ruh û beden gelekî girîng e. Gera xwînê lez dike, pêşî li girtina kîlo digire, pêşî li helîna hestiyan digire.”   Ruhnazê daxuyakirin ku hinek nîşane hebin jî li gorî jinan ev diguhere û ne pêkan e ku kengê menopoz dest pê dike û got: “Li gorî hinek testên di roja sêyem a regilê de tê kirin dikare hinek fikir bên dayîn lê, ev jî zêde baweriyê nade. Ji ber vê jî jinên ku ducaniyê naxwazin heta ku regila wan temam nebe divê xwe biparêzin.”