Prof. Dr. Esîn Davutoglu: Cinayeta civakî tê kirin 2021-10-18 09:02:58     Sevîm Sutcu   ENQERE - Ji endamên koma xebata Pandemiyê ya TTB’ê Prof. Dr. Esîn Davutgolu Şenol da zanîn ku di van 3 mehên pêş de dibe ku vîrus hîn bêtir belav bibe û ji bo qelsiyên aşiyê jî wek ‘cînayeta civakî tê kirin’ bertek nîşan da.   Di ser aşkerakirina fermî ya vîrusa korona ya li Tirkiyeyê 18 meh derbas bû. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û polîtîkayên pandemiyê yên hikûmetê û pêkanînên di vê çarçoveyê de ketin jiyanê her tim bûn mijara nîqaşan. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê rojane hejmara kesên bi vîrusê dikevin di navbera 25 û 30 hezarî deye. Her wiha rojê di ser 200’î de kes dimirin. Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) da zanîn ku di van şertan de divê ji sedî 85’ê serjimarê aşiya wan temam bibûya.   Endama Koma Xebata Pandemiyê ya TTB’ê Prof. Dr Esîn Davutoglu Şenol der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Piranî kesên dimrin bê aşî ne’   Esînê got di ser pandemiyê de 18 meh derbas bûye û hîna jî kontrolek bi ewle nehatiye kirin û wiha dirêjî dayê:"Bi vebûna dibistanan re ev zêde bû. Pêşiya me zivistan e, ji ber taybetiyên delta jî tên zanîn, ji xweparastinê direve û tê payîn ev derkeve asta jor. Di demên dawî de yên dimirin, bê aşî ne û ciwan in. Ev rewşek dramatîk e. Ji nexweşiyeke ku dikarin bên parastin dimirin."   ‘Sedemên olî û sosyo-polîtîk hene’   Esînê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Di mijara aşiyê de kite kit girîng in. Di navbera herêman de newekheviya aşiyê girêdayê ‘dijberbûna aşiyê ye’. Bertekên li dijî aşiyan cuda ye. Di meha hezîranê de dereng be jî aşî gihişt her derê Tirkiyeyê. Yanî ji meha hezîranê şûnde xwegîhandina aşiyê pêk hat. Lê li gorî herêman mirovan bertek dikaribû nîşan bide. Mînak li Rojhilatê Başûr. Li gorî min sedema vê ev e ku daneyên tê parvekirin nayên fêmkirin an jî dane aşkera nayên parvekirin. Bêguman hinek jî girêdayî sedemên ol, sosyo-polîtîk e.”   ‘Tirkiye di rêza sêyem de ye’   Esînê destnîşan kir ku Tirkiye di rêza bûyeran de li cîhanê di rêza 3’yemîn de ye, di rêza mirinê de di rêza 6’an de ye û ya aşiyê de jî ya 23’yemîn de ye. Esînê wiha bi lêv kir: “Ev hejmar jî ji xwe rewşê vedibêje. Wezareta tenduristiyê di rêveberkirina vîrusê de, hem zanistê, hem akademî, hem saziyên civaka sivîl û hem jî TTB’ê mahrum dihêle. Li aliyê din wezareta tenduristiyê bersiva daxwaza randevuya me nebersivandiye.”   ‘Cînayeta civakî’   Esînê di dawiya axaftinê de bal kişand ser sê mehên pêş me û got wê zehmet derbas bibe, tişta herî zêde jê ditirsin ev e ku pergala tenduristiyê bixetime û wiha dawî lê anî: “Pergala tenduristiyê jixwe xitimiye. Fikar heye ku ev xitimîn di nav sê mehan de dakeve kolanê. Ji meha hezîranê de ye, tenê der barê aşîkirinê de stratejiyek heye. Lê di wir de jî bi ser neketin. Ji ber ku ji meha hezîranê de heta niha divê pirtir aşî bihatana kirin. Ji ber vê jî rêveberkirina pandemiyê serkeftî nîne. Em ji vê re dibêjin cînayeta civakî. Mixabin bi mirinan encam dibe.”