Turnuvaya futbolê ku ciwanan li dijî tiryakê da destpêkirin bi dawî bû 2021-09-12 08:59:22     ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de, li Silopiyê musabeqeya futbolê hatibû lidarxistin. Musabakaya ku hat lidarxistin fînala wê hat dayîn. Di fînalê de du tîmên jinan hatin pêşberî hev û musabaka bi awayekî wekhev 3 -3 bi dawî bû.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, ji bo bîranîna endamê Komîteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan Ozan Yildizê ku jiyana xwe ji det da bi dirûşmeya “ Tora bendewariyê têk bibe turnûvaya ku dabû destpêkirin fînala wê îro hat dayîn. Fînala ku li Tesîsa Şaredariya Silopiyê hat kirin de, parlamenyerên HDP’ê Dersîm Dag, Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz  û bi hezaran kes tevlî bû. Gelek kesan musabeqaya fînalê ji ser baniyan jî temaşe kirin.     Di turnûvayê de 74 tîm bi hev re ketin pêşbaziyê. Di qadê de pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê  bi ciwanî biserkevin”, “Li dijî talankirina xwezaya Cûdiyê bêdeng nebîne” û “Ciwan civake, hêviya civakê neşkîne” hat daliqandin. Turnûvayaya ku îro fînala wê hat kirin di nabera du tîmên bi navê Gûlîstan Doku û Denîz Poyraz de pêk hat. Jinan, bi pankarta “Dem Dema Azadiyê ye” û “Bi rihê Ekîn û Denîzan em ê tecrîdê bişkînin” û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin ve ketin qadê. Musabaka bi wekhevmayîna her du koman 3-3  qediya.   Bangî dayikan hat kirin   Di qada fûtbolê de dîk hat avakirin û şahî hat lidarxistin û govend hat gerandin. Di şahiyê de yekem endama Dayika Aştiyê ya Silopiyê Asiye Tay axivî û wiha bang li dayikan kir: “Zarokên xwe ji tiryakê dûr bigirin. Xwedî li zarokên xwe derbikevin.”    ‘Bi berxwedana xwe em ê bibin bersiv’   Herî dawî Dersîm Dag a HDP’yî axivî û got ku bi minasebeta turvunayê hatine cem hevdû û got: “Şerê taybet û hemû polîtîqayên qirêj li ser ciwanên kurd tên meşandin. Ji bo ku ciwanan ji têkoşîna wan dûr bixin şer polîtîqayan dimeşînin. Li dijî van hemû êrîşan em dengê xwe bikin yek û bang bikin. Li dijî fihûş, tiryak û sîxûriyê em ê bi xwe berxwedana xwe bibin bersiv. Ji bo ku ciwanên kurd peyva ‘azadiyê’ nizanibin, dixwazin wan ji çand û nasnameya wan dûr bixin. Li ser ciwanên kurd tim şerê qirêj tê meşandin. Em îro dibînin ku li kolan û kûçeyan çawa tiryakê difiroşin û belav dikin.”   ‘Berxwedana Gelê Kurd dê biserkeve’   Dersîmê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Gûlîstan Dokuya ku 617 rojin windaye û wiha domand: “Ciwanên wek Gûlîstan Doku tên windakirin. Bi lîstikên xwe yên qirêj ciwanên me dixapînin.  Ev bi destên kê û çawa tê meşandin? Me wekî di bûyera Îpek Er de jî dît ku dijminatiya kurdan dikin û êrîşê ciwanên kurd dikin. Li dijî zilmê berxwedan jî heye. Li bakur û bajarên Tirkiyê têkoşîneke dîrokî tê dayîn. Ev berxwedan jî di pêşengiya ciwanên kurd de tê kirin. Ev berxwedan dê polîtîqayên wan ên qirêj vala derbixe. Di pêşengiya ciwanên kurd de dê berxwedana Gelê Kurd biserkeve.”   ‘Em ê teqez biserkevin’   Dersîm, di dawiya axaftina xwe de got di şexsê ciwanên kurd de dixwazin têkoşîna azadiyê tune bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku ciwanan ji çand û werzîşa civakî dûr bixînin em dibînin ku lîstikên çawa qirêj didin meşandin. Bi vê turnuvayê ciwanan peyamek da polîtîqaya şerê taybet. Em hêvî dikin ku ciwanên me tim xwedî li nasname û çanda xwe derbikevin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez biserkevin.”   Piştî axaftinan şahî bi dirûşmeya “Bi berxwedanê biserkevin”, bi dayîna xelatan û kûpayê û gerandina govandê bi dawî bû.