'Baweriya xwe bi derziyê bînin û teqes derzî bibin' 2021-08-13 09:28:32     AMED - Hevseroka SES'ê Yildiz Ok Orak diyar kir ku ji ber nêzîkatî û polîtîkayên îqtîdarê welatî xemsar nêzî derzîbûnê dibin û got: "Em bang li gel dikin baweriya xwe bi derziyê bînin û teqes derzî bibin."    Bandora virûsa koronayê (Covîd-19) li tevahiya cîhanê hêj didome. Li Tirkiyeyê jî heman xeterî didome. Li gor daneyên rojane yên duh ên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 22 hezar û 261 kesên din jî pê ketin. Di 24 saetên dawî de 281 hezar û 535 test hatine kirin.    Bi taybetî bi rakirina qedexeyan bêtir nexweşî belavbû. Di serî de li bajarên herêmê nexweşî her roja ku derbas dibe zêde dibe û li nexweşxaneyên herêmê cih nemaye. Yek jî wan bajran Amed e. Li Amedê tabloyeke xeter heye. Ligel bangewaziya "Biçin derzî li xwe bidin" ên sazî û dezgehên sivîl welatî ji ber nêzîkatiya îqtîdarê xemsar nêzî mijarê dibidin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak, ji ajansa me re behsa asta nexweşiyê ya li herêmê kir û bal kişand ser derziyê.    'Ji ber polîtîkayan bêbawerî li pêş ket'   Yildiz, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên hevpar ên bi saziyên sivîl re û got: "Li gelek deverên bajêr ji bo derziyê afîş hatin daliqandin. 2 hefte beriya niha, Odeya Bazirganiyê, Baroya Amedê, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Odeya Avahîsaz û gelek saziyên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan. Welatî ne li dijî derziyê ne, tenê xwedî agahiyên şaş in. Ji serê ewil heta îro îqtîdar bi nêzîkatî û hewldanên hevnegirtî tevdigere. Polîtîkayên ku heta îro hatî meşandin di nava welatiyan de bû sedema bêbaweriyê. Ji ber bê baweriyê welatî derzî nabin. Di rastiya xwe de baweriya xwe bi dewletê naynîn."    'Biontech bêtir bi bandor e'    Yildiz, da zanîn ku derziya çînî ya Sinovac anîn welat û hemû kedkarên tenduristiyê vê derziyê li xwe dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kedkarên tenduristiyê du doz derziya Sinovacê li xwe dan û piştî derziya Biontech hat. Bandora parastinê ya Biontechê li gorî Sinovacê zêdetir e. Kesên ku du doz derziya Sinovacê li xwe dan piştre doza sêyem Biontech li xwe dan. Bandora Biontechê heye ji ber ku vîrûsa bi zindî ye. Hîn kes bi bandor dibin û hin kes jî hêsan derbas dikin. Heta niha me ji sedî 15-20 kesî ji bo derziya Biontechê îkna kir. Niha jî ji ber ku daxwaz zêde ye dem demî derzî xilas bûn. Dema derzî kêm dibin pergala randevuyê dikeve meriyetê. Em bi Midûriyeta Tenduristiyê re têkildar in."    'Li Amedê hejmara nexweşan zêde ye'   Yildiz, desnîşan kir ku hêj ji sedî 80 civak derzî nebûye û wiha bi lêv kir: "Ji ber fikarên aborî û tiştên din pêvajoya asayîbûnê zû hat destpêkirin. Niha li Amedê hejmara nexweşan gelekî zêdeye. Dema pêvajoya qedexeyan de diviya derzî bihata kirin. Heke ji ber turîzmê fikarên hikûmetê hebûya diviya hêj zûtir pêvajoya derziyê bida destpêkirin. Di vê mijarê de dîsa deng man û hejmara nexweşan gelekî zêde ye."    'Ji derziyê bi bawer bin'   Yildiz, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hejmara nexweşan a meha hezîranê û got: "Kijan varyant dibe bila bibe kesên ku derziya Biontechê li xwedabin nexweşiyê sivik derbas dikin. Niha li Amedê 400 kes li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Di beşa lênêrina awarte de gelek nexweş hene. Li gorî meha tîrmeh û tebaxê ya sala borî îsal bêtir hejmara nexweşan zêde bûye. Ji sedî 70 kesên ku di beşa lênerîna awarte de ne derzî nebûne. Hin kes du doz derziya Sinovacê bûne û kêm kes jî yek doz Biontech bûne. Kesên ku du doz Biontech lêxistinê nexweşiyê giran derbas nakin. Em carek din bang li welatiyên xwe dikin ji derziyê bi bawer bin û bên derzî li xwe bidin."