Ji bo balkişandina ser polîtîkayên şerê taybet turnuva hat lidarxistin 2021-08-11 11:14:03   Hikmet Tunç   VAN - Endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Newroz Gulen têkildarî turnuvaya futbolê ya her sal tê lidarixistin û îsal jin jî bi navê "Takimê Deniz Poyraz" di nav de cih digirin diyar kir ew ji bo balê bikşînin ser polîtîkayên şer ên taybet û girêdana bi hişbirê dest bi musabakayan kirine û wiha got:"Em dikarin bi rêxistinkirineke çalak li dijî girêdana bi hişbirê têbikoşin."   Her sal ji bo bîranîna endamê Lijneya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozan Yildiz ê bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da turnuvaya futbolê tê lidarxistin. Îsal 6 takimên futbolê yên jinan jî di nava turnuvayê de cihê xwe girtin. Navê Deniz Poyraz a bi êrişa nîjadperest li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin ji van takimana yekî hat kirin.    Endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Newroz Gulen têkildarî turnuvaya futbolê axivî.    'Em hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin'   Newrozê da zanîn zayendiya civakî futobolê tenê wekî werzîşa mêr nîşan dide û wiha got:"Em vêya qebûl nakin. Bi taybet ji ber vêya em jinên ciwan beşdarî turnuvayê dikin. Bi heman armancê li Marmara û Egeyê jin derdikiven sahayê. Em turnuvaya xwe li ser navê hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane li dar dixin. Em hem wan bi bîr tînin em hem tên gel hevdu."   'Em li dijî girêdana bi hişbirê li berxwe didin'   Newrozê da zanîn polîtîkayên şerê taybet bi taybet jinên ciwan dike hedef û wiha got:"Em ne tenê li dijî hişbirê li dijî hemû tiştên girêdanê çêdikin li berxwe didin. Yek ji bajarên herî zêde fuhuş tê xwestin lê belav bibe Wan e. Em dikarin bi rêxistinkirineke çalak li dijî girêdana bi hişbirê û fûhûş têbikoşin. Divê di destpêkê de em di ferqiya nasnameya xwe de bin. Îro jinên ciwan bi zimanê xwe yê dayikê nikarin xwe îfade bikin ev jî dibe sedem ajantî li ser wan bê fezkirin. Loma em bang li hemû jinan dikin li gel me cih bigirin û em xwe birêxistin bikin."