Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûn 2021-05-18 16:38:56   AMED - Derbarê Kovîd-19'ê de Odeya Bijîşkan a Amedê raporek aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî di 1ê adara 2021’an de hejmara nexweşan a li bajar rojane derdora 40’î bû, di çend hefteyan de 10 qat zêde bû û gihîşt 400'î.   Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) rapora nirxandina serdema adar û nîsana 2021’an a vîrûsa koronayê (Covîd-19) bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya odeya xwe bi raya giştî re parve kir. Metna kurdî ya raporê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran, metna tirkî ya raporê jî Sekreterê Giştî yê Odeyê Mûstafa Mesût Kaya xwend.   'Rêveberiyeke şefaf tuneye'   Elîf, bi bîr xist ku di gulana 2021’an de li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên ji ber Kovîd-19’ê ji 160 milyonan, hejmara miriyan ji 3 milyonan derbas kiriye û wiha got: “Li Tirkiyeyê, li gorî daneyên wezaretê hejmara tevahiya nexweşan ji 5 milyonan, a tevahiya miriyan ji 44 hezaran derbas kiriye. Em dizanin ku ji destpêka prosese ve rêvebiriyeke şefaf tuneye, daneyên epîdemiyolojîk ên derbarê şewbê de bi rêbazên weke cihêkirina nexweş û pêketiyan bo rêvebirina têgihîna mirovan tên berevajîkirin û heya demeke nêzîk jî daneyên rast nedihatin ragihandin. Ji destpêka pandemiyê heya îro, weke Odeya Bijîşkan a Amedê em derbarê pandemiyê de raporan amade dikin û van raporên xwe, ligel daneyên ji qadên xebata xwe, bi awayeke periyodîk berdewam diweşînin.”   'Tedbîrên ku tên girtin kêm in'   Elîf, bal kişand ser kêmbûna bergiriyên vîrûsa koronayê û wiha axivî: “Jixwe tevdîr kêm bûn, piştî ku di 1’ê adara 2021’an de bi piranî hatin rakirin, hejmara nexweşan a li bajarê me rojane derdora 40’î bû, di çend hefteyan de 10 qat zêde bû û gihîşt 400’î. Ligel vê hejmara nexweşên Covîd-19’ê ku li nexweşxaneyên cemaweriyê û yên taybet têne tedawîkirin, di heman prosesê de 20 qat zêde bû.”   'Nebûna xizmeta tundiristiyê ya bi zimanê zikmakî zehmet e'    Elîf, da zanîn ku ji bo hemû gel karibin bi awayekî wekhev, biqelîte, bêpere, bêasteng xizmeteke tenduristiyê bistînin divê gavên qanûnî û pratîk bên avêtin û wiha domand: “Çimkî pirsgirêkên ji ber nebûna xizmeta tundiristiyê ya bi zimanê zikmakî, di prosesa pandemiyê de girantir bûne. Di prosesa pandemiyê de pergala tenduristiyê serobin bûye, ji ber vê jî kesên ku bi zimanê xwe vê xizmetê nizanibûne, di warê xwegihandina tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bir û mane. Derzî di têkoşîna li dijî pandemiya kovîdê de yek ji amrazên herî girîng e. Ji ber ku di warê derzîkirinê de kampanya nehatine birêvebirin, bi giştî rêjeya derzîkirinê kêm e, lê li herêma me kêmtir e. Ji ber ku armancên kampanyayan hayedarkirin û pêwendî ye, heke bi zimanê zikmakî mirov xwe bigihanda mirovan, mimkun bû ku ev rewşa neyînî berevajî bibe. Li herêma me ji bo kesên bi ser 65’î re ku bi tirkî nizanin, stendina randewûyê bi rêya aplîkasyonên teknolojîk zehmet e. Tew bi ser de mecbûr in bi zimanekî ku pê nizanin vê yekê bikin. Loma karê wan zehmettir dibe. Hatiye raçavkirin ku di serwîsên kovîdê de nexweş tena serê xwe dimînin. Ji van nexweşan ên ku nikarin bi xebatkarên tenduristiyê re bi heman zimanî xeber bidin nikarin daxwaz û pêdiviyên xwe jî bînin ziman û ev dike ku xwe tenê hîs bikin û tirsa mirinê li wan peyde bibe. Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî ne tercîhek e, mecbûr gere pêk were. Çimkî kesên bi zimanê xwe nizanibin, nikarin derdên xwe jî vebêjin.”             'Stokên derziyan kêm bûne'   Elîf, destnîşan kir ku berdewama tedawiya nexweşên ji xeynî kovîdê û astengiyên li ber xwegihandina xizmeta tenduristiyê, di vê serdemê de jî berdewam in û got: "Nemaze nexweşên kronîk ên ku divê tim bêne şopandin. Tedawiyên wan bi awayeke bi rêkûpêk nameşin. Ji ber sedemên weke tirsa ji vîrûsê û nêzîkayiyên ciyawaz pirsgirêkên tenduristiyê yên nexweşên pîr zêde dibin. Pirsgirêkên ji ber pergala randewûyê sedema herî mezin a vê yekê ye. Nexweşên ku ji aliye kardiyalok ve nayên şopandin ji nişkê ve wefat dikin. Rêjeya sehîkirina penceşêrê ji sedî 90 kêm bûye. Di astên ewil de dibe ku ev nexweşî bê teşhîskirin û bên tedawîkirin. Lê piştî ku nexweşî li wan pîr dibe, bi gelek şaneyan, bi derengî serî li nexweşxaneyan didin. Ji bo dabînkirina derziyê dereng mane. Berpirsiyariya gelemperiyê ye ku civak were agahdarkirin û bawerî bi derziyê bîne, lê ev pêk nehatiye. Him ji aliye hejmaran ve, him jî ji aliye rêjeyê ve di warê derzîkirinê de rewş xirab e. Li bajarê me, nîvê kesên ku navên wan di lîsteya kesên divê bên derzîkirin de jî nehatine derzîkirin. Digel pêşniyar û hişyariyên me civak bi awayeke rast nehatiye agahdarkirin û nemaze bi zimanê zikmakî xebatên danasîna derziyê, ku bi ya me gelek girîng e, nehatine kirin. Li bajarê me û li seranserê welat, nemaze ev 4-5 hefte ne ku ji bo hin welatiyan derziya Sinovac hatiye nişandan di sîstemê de lê ev kes li ASM’yan, bi telefonê yan li ser sîstema MHRS’yê nikarin bo doza ewil randewûya derziyê bistînin. Stokên derziyan kêm bûne, bi nedana randewûyê dixwazin ev stok bên parastin. Divê bikin ku gel li dijî nexweşiyê rahatî bibe, bes ev nayê kirin û ji birêvebirina pandemiyê bêhtir ya ku tê kirin rêvebirina stokan e.”     Elîf pêşniyazên odeyê yên li dijî têkoşîna vîrûsa koronayê jî wiha rêz kirin:    “* Divê civak bi rêvebirina pandemiyê bê bawerkirin. Divê nêrîna neyînî ya li dermanê bi madeya Hidroksiklorokinê ku ji zanistê dûr e û dibe sebebê pêne ewlehiyê bê terkkirin.      * Divê ji bo kesên ku li deverên jîna civakî dixebitin û hepsiyan mercên paqijiyê, mesafeye, hewadarkirinê bi wayeke zanistî bêne dabînkirin, ligel vê divê temamên wan bêne sehîkirin û demildest bêne derzîkirin.    * Hejmara nexweşan hindik tê nişandan, kesên ku bi nexweşan temas kirine jî nayên testkirin. Divê dev ji vê rêbazê bê berdan, li gorî krîterên zanistî bi awayeke berfireh test û tevdîrên îzolasyonê bêne meşandin.   * Divê derdorên civakî ku ji ber pandemiyê nikarin bixebitin demildest ji aliye civakî û madî ve bên destekkirin, divê rê li ber hilweşîna civakî û xwekuştinan bê girtin.   * Encama xebatên welatên ku bi awayeke berfireh civakên xwe derzî kirine nîşan dide ku kovîd-19 sedemeke mirinê ye lê wisa ye ku mirov kare pêşî lê bigire. Em bang li berpirsiyaran dikin ku di warê guherandin û taloqkirina tarîxên peydekirina derziyan de cidî bin. Divê demildest bi awayeke berfireh derzîkirin dest pê bike û mirin bên rawestandin.     * Tevdîrên ji bo ewlehiya kargehan divê bêne zêdekirin, divê kontrolkirina vê yekê jî bê zêdekirin.   * Krîterên vegera li ser kar ên xebatkarên tenduristiyê ku bi kovîd-19'ê ketine, divê girêdayî giraniya nexweşiyê, sekelên wê û barê vîral li gorî klavûzên navneteweyî bêne diyarkirin.   * Nexweşiya kovîd-19'ê ku xebatkarên tenduristiyê li ser kar pê dikevin û carna dibe sebebê mirinê jî, divê bêyî pêwendiya îlliyetê weke nexweşiyeke pîşeyî bê qebûlkirin.    * Barê xebatkarên tenduristiyê zêde bûye, loma divê marûziyeta wan a vîral neyê paşguhkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin, divê tayînên nû yên tomerî pêk bên.    * Komîsyonên OHAL'ê ku rewşa kesên bi KHK'iyan ji kar hatine derxistin, bi hinceta pandemiyê gelek kêm dosyeyan dinirxînin. Berî pandemiyê 4000 dosye hatibûn nirxandin, di serdema pandemiyê de bi qasî 3000 dosye hatine biencamkirin. Li bajarê me 137 kedkarên tenduristiyê bi KHK'iyan hatine îxrackirin. Ji bo barê kedkarên tenduristiyê ku bi pandemiyê girantir bûye, bê sivikkirin jî divê hemû kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî li karên xwe bên vegerandin.    * Xizmetên tenduristiyê yên di asta 1. de ku di prosesa pandemiyê de têr nekirin, divê ji nû ve bên sererastkirin û li ser esasên herêmî bêne birêxistinkirin.    * Divê prosesa girêdayî derziyên kovîd-19'ê bê şefafkirin, bi terzeke wisa bê birêvebirin ku bawerî bide civakê. Divê demildest têra hemû derdorên hesas ên civakê derzî bê dabînkirin.    * Pêdivî ye ku hemû kedkarên perwerdehiyê, nemaze mamosteyan, bêyî ku qada wan xebatê giştî be an ya taybetî be, zû bi zû werin vaksînkirin.   * Weke Odeya Bijîşkan a Amedê, em ê tim zanistê, xizmeta tenduristiyê ya parêzvaniya civakê biparêzin, em ê rewşa derzîkirinê ji nêz ve bişopînin û welatiyên xwe û hemû xebatkarên tenduristiyê hayedar bikin.”