Dayika Yusufê SMA’yî li benda piştgiriyê ye 2021-05-15 09:06:35   ÎZMÎR - Karkera çandiniyê ya demsalî Gulcîhan Kaya ji bo dermankirina zarokê xwe Yusuf ku nexweşê SMA’yê ye, dixwaze ku dermanê pêwist bê Tirkiyeyê.   Dayika zarokê bi navê Yusuf Kaya ku 12 mehî ye û nexweşê SMA Tîp-1 (Spînal Muskuler Atrofî) ye, Gulcîhan Kaya karkera çandiniyê ye û rojane bi 50 TL dixebite. Gulcîhanê da zanîn ku dermanê bi navê Zolgensman yê ji bo dermankirina zarokê wê pêwiste 2 hezar û 400 dolare, lê  pir kêm kom kirine û got divê derman bînin Tirkiyeyê. Gulcîhan ji bo dermankirina zarokê xwe li benda piştgiriyê ye.   Dermankirina nexweşiya genetîk a rê li ber helîna lemlateyan vedike û bandorê li ser hucreyên sînîr yên motor ku di omurîlîkê de ye, dike dermankirina wê li Tirkiyeyê nayê kirin. Dermanê bi navê spînraza yê di dermankirinê de tê bikaranîn jî nexweşiyê şûnde dixîne. Malbatên zarokên SMA’yî bi salane ji bo dermanê bi navê Zolgensma yê li Almanya, Katar û Macarîstanê tê bikaranîn, Tirkiye jî erê bike û ji bo bê erêkirin li ser çapemeniya civakî hewl didin dengê xwe bidin bihistin.   ‘Her meh zarok dimirin’   Gulcîhanê destnîşan kir ku kurê wê 2 mehî bûye nexweşiya wî hatiye tespîtkirin, ewil ew birine Enqereyê û piştre çûne Îzmîrê û wiha pê de çû: “Em çûn nexweşxaneyê û me li wir razand. Niha 12 mehî ye. 10 meh li nexweşxanê derbas kir. 4 mehî bû qirika wî qelaştin. Bi xortumê xwedî kirin.”   Gulcîhanê bi lêv kir ku dermankirina nexweşiyê li Tirkiyeyê tune ye, dermankirineke gelek bihaye û ev tişt bi lêv kir: “Zarokê min heta du salî herî zêde divê 13 kîlo bigire. An jî laşê wî bersivê nade dermankirinê. Dermankirin bi pereyê tirk 2 trîlyon dike. Em dengê zarokê xwe nikarin bidin bihistin. Em nikarin bi zarokê xwe re eleqeder bin. Bila deng bidin dengê me. Bila alîkarî bidin. her cara em diçin dibêjin hestiyê wî dihelin. her meh ji ber vê nexweşiyê zarok dimirin. Tiştekî pir zehmet e.   ‘Dewlet desturê nade kampanyayê’   Gulcîhanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi karkeriya demsalî debara xwe dikin û wiha dawî lê anî: “Em çawa li zarokê xwe binêrin mehane ji bo dermankirinê 5 hezar diçe. Em jî rojê 50 lîra qezenc dikin. Niha li nexweşxaneyê ji ber li wan dinêrin şîr li wir didinê. Em tenê peçeteyan digirin. Lê em bînin malê divê em her tiştî bigirin. Sê zarokên min yên din hene. 5 hezar û 400 hezar dolar bi pereyê Tiriyeyê 2 trîlyon zêde dike. Dewlet desturê nade kampanyayê. Ji ber dewletê derman erê nekiriye.  Em dixwazin vê qedexeyê rake û derman bînin Tirkiyeyê.”   Gulerê diyar kir ku kesên dixwazin alîkarî bidin dikarin ji ser vê numareyê xwe bigihîninê:0555 176 15 30