‘Kes daxwazên me guhdar nake' 2020-12-13 09:03:42   MÊRDÎN - Sekretera SES’ê ya Mêrdînê Gulnîgar Karataş diyar kir ku rewşa dawî ya vîrûsa koronayê mirovan dixe nava fikaran û got: "Li gorî daneyên Odeya Bijîşkan, hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde ye û ji bo tedaviyê jî cih nemaye. Her wiha bi tu awayî rayedar guh nadin daxwazên tenduristvanan."   Wekî li tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) zêde dibe. Çend di demên dawiyê biryarên nû ya li dijî belavbûna vîrûsê hat girtin jî terê nakin. Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de piranî kedkarên tenduristiyê mexdûr dibin. Hem di nava şert û mercên ne baş de dixebetin û hem jî mafên wan hatin îhlalkirin. Derbarê mijarê de sekretera Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) a Mêrdînê Gulnîgar Karataş agahî da.   ‘Yên ku rastiyan dibêjin ji kar tên avêtin’   Gulnîgar di serî de bal kişand li ser zêdebûna şewbê û wiha got: “Çêkera pandemiyê sendîkayên me ya SES û TTB yê negirtin nava xwe. Ji ber vê yekê ji em nikarin derbarê daneyan de xwe bigihînin encamekî safî. Yên ku agahiya rast parve dikin tên cezakirin yan jî ji kar tên dûrxistin. Lê ji bo em welatiyan agahdar bikin û wan şiyar bikin tişta ku ji destê me tê ji em dikin. Li gorî daneyên ku me bi defetên teng xwe gihandinê ji tenê li Mêrdînê, di rojekî de herî kêm 250 kes testa wan pozîtîf derdikeve. Mixabin ji bo mirinan ji em nikarin jimarekî safî bibêjin. Her ku diçe rewş xetertir dibe û ev ji diyar dike ku ewlehiyên tên girtin têr nake.”   ‘Êdî nexweşên din ji nikarin tedawî bibîn’   Gulnîgar diyar kir ku di nexweşxaneyan de êdî cih ne maye û wiha got: “Pirsgirêka me ya herî sereke cih e. Di beşa lezgîn de êdî qerewêl ne mane. Ev ji bo nexweşên ku giliyên wan yên weke din hene re ji dibe pirsgirêkek girîng. Ango yên bi şewbê dikevin ji nikarin tedavî bibin. Bûyera ku li Êlihê qewimiye jî ji vê gotina me re dibe bersiv. Tê zanîn zaroka ku ji ber di nexweşxaneyê de cih tune bû nehat tedavî kirin jiyana xwe ji dest da. Li Mêrdînê û bajarên din rewş ji ne ji vê cudatir e. Divê ev rewş were çareser kirin. Pêwîste bi lezgînî nexweşxaneyên sahrayê bên avakirin.”   ‘Kes daxwazên me guhdar nake’   Gulnîgar di berdewamiya axaftina xwe de got kes deng nade daxwazên tendirustvanan û wiha got: “Her ku şewb giran dibe jiyana tendirustvanan bêhtir dikeve metirsiyê. Ji ber ku di herî pêş de ew li hemberî koronoyê şer dikin. Lê mixabin li beramberî vê yekê kes daxwazên wan guhdar nake. Barê tendirustvanan tên girankirin. Ji xwe ji sedî 50 kedkarên tendirustiyê yên Mêrdînê bi şewbê ketine yan bi kesên korono re ketine temasê. Barek mezin dikeve li ser milê xebatkarên. Yek ji daxwazên me ew bû ku şert û mercên xebitînê werin sivik kirin. Ji bo vê ji pêwîstî bi tayînê heye. Ango bi sedan hevalên me yên di karên xwe de pispor ku bi KHK’yê hatine dûrxistin dikarin dubare bigirin. Ya din ji pêwîste şewb weke nexweşiya pîşeyî were erê kirin. Lê mixabin ji roja yekem heya niha em van pirsgirêkan jiyan dikin û li gorî em dibînin wê berdewam ji bike.”   ‘Bi taybet jin bêtir mexdûr dibin'    Gulnîgar da zanîn ku hemû tenduristvan pirsgirêkan dijîn û axaftina xwe wiha da berdewam kirin: “Ji ber westanê hem fîzikî hem ji derûnî rewşa tenduristvanan ne baş e. Lê di vî alî de herî zêde ji kedkarên tendirustiyê yên jin pirsgirêkan dijîn. Hevalek me yê jin ji derveyî kar bi malê re jî mijul dibe. Mal, barê nexweşxaneyê û zarok li ser milê wan tê barkirin. Ji ber vê ji em nikarin di karê xwe de encamên baş bidestbixin. Divê bi taybet ji bo kedkarên jin di aliyê kar de hêsaniyek bihata kirin.”   ‘Bila gel hestiyar be’   Gulnîgar, di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Mêrdînê kir û got: “Her roj têkildarê ewlehiyan, têkildarê rêbazên xwe parastinê em hişyariyan û pêşniyaran dikin. Ez bawerim ku hemû welatî ji di vî alî de xwedî li agahî ne. Ji ber wê yekê divê em miqate bin. Ger wisa biçe wê mirin ji zêde bibin. Beşek ji civakê neçare ku bixebite Ji bo em jiyan li wan ji teng nekin em neçarin xwe biparêzin. Qedexeyên herdemî wê herî zêde wan bandor bike. Em bangewaziya di vî alî de hestiyarbûnê dikin. Divê ev peyam ji aliyê rayedaran ve bi awayekî fermî ji were kirin.”