‘Hejmara nexweşên koronayê ji raya giştî tên veşartin’ 2020-12-11 09:01:06   AMED - Hevseroka Şaxa Amedê ya SES’ê Yildiz Okorak diyar kir ku rewşa şewba koronayê di asteke xeternak de ye û got: “Bi şewbê re kedkarên tenduristiyê bi şev û roj dixebitin û mafên wan ên heyî jî bi giştînameya dawî ji dest wan hat girtin. Her wiha hejmarên nexweşên ku bi vîrûsa koronayê ketine ji raya giştî tên veşartin.”   Bîlançova vîrûsa koronayê (Covîd-19) li tevahiya cîhanê her roja ku derbas dibe zêde dibe û carek din bû fikara mirovan. Çend li welatan tedbîr hatin girtin jî belavbûna vîrûsê didome. Tirkiye jî bi rewşa xwe ya dawî di nava tabloya xeternak de cihê xwe digire. Ligel hişyarî û bangewaziyên sazî û dezgehên sivîl ên tenduristiyê dîsa jî tedbîrên hewce nayên girtin. Derbarê mijarê de hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Yildiz Okorak ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tedbirên hewce nayên girtin.    ‘Rojê 700-800 kes bi şewba koronayê dikevin’   Yildiz bal kişand ser veşartina hejmarên nexweşên koronayê û wiha axivî “Daneyên fermî yên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tên belavkirin rast nîn ne. Li gor lîsteyên nexweşxaneyên Amedê, li Amedê rojê 700-800 kes bi şewba koronayê dikevin. Di nexweşxaneyan de beşa lênêrîna siftî ya ku ji bo şewbê hatiye veqetandin tijî bûne. Hejmara nexweşên koronayê yên ku ji nexweşxane wan dişînin malê û li malên xwe tedawiya xwe dikin, ji nexweşên nexweşxaneyan zêdetir in. Her wiha rewşa nexweşan gelek giran e.”   ‘Divê 21 rojan îzolasyon pêk were’   Yildizê behsa tedbîrên dawîn ên ku ji bo şewbê hatin îlankirin kir û wiha pê de çû: “Demên dawiyê de tedbîrên nû hatin girtin. Di nav van tedbîrên nû de saetên diyarkirî de qedexekirina derve hat îlankirin. Ev tedbîr dibe sedem ku van saetên diyarkirî de zêde mirov werin ba hev û qerebalix çêbibe. Ji ber vê yekê ev tişt ji tedbîrê wêdetir rîska şewbê zêde dike. Divê Tirkiye wek gelek welatên Ewropayê herî kêm 21 rojan qedexeya derve îlan bike û herkes di karantînayê de be. Tenê divê ji bo karên mecbûrî derketina derve hebe. Ev îzolasyona 21 rojan dê hejmarên nexweşên enfekte kêm bike. Heta ev tedbîr neyên girtin şewb dê bandora xwe sivik neke.”   ‘Mafên kedkarên tendirustiyê tên sînor kirin’   Yildiz diyar kir ku hejmarên kedkarên tendirustiyê gelek kêm in û ji ber kêmbûna kedkarên tendirustiyê mafên wan ên heyî ji destên wan hat girtin. Yildiz, bal kişand ser giştînameya dawi ya ku hat îlankirin û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kedkarên tenduristiyê ji meha adarê ve heta niha dibêjin ‘êdî hêza me ne maye’ Ev ji aliyê hin kesan ve wek helwesteke takekesî hat dîtin lê mebest û fikara me ketina qelîteya xizmetê ye. Tê xwestin ku bi van kedkarên tendirustiyê yên heyî vê pêvajoya şewbê birêve bibin. Hejmarên kedkarên tendirustiyê jixwe kêm in. Li gel vê kêmasiyê di nav kedkarên tendirustiyê de kedkarên ku enfekte bûne, yên ku di karantînayê de ne û  yên ku di destûra îdarî de ne hene. Ji ber vê yekê hejmara kedkaran yekcar kêm dibe. Ji aliyekî jî hejmara nexweşan her ku diçe zêde dibe. Ji ber zêdebûna hejmarên nexweşan mafên kedkarên tendirustiyê tên sînor kirin. Destûrên wan ên salane hat betalkirin. Xebatkarên tendirustiyê bi her awayî bi eforek zêde dixebitin, kedek mezin didin. Lê ji ber ku qet derfeta îstîrihetê ji kedkarên tendirustiyê re nayê dayîn kalîteya xizmetê jî bikî nekî dikeve. Di giştînameya ku herî dawîn ku hat weşandin de hat ragihandin ku heke kedkarên tendirustiyê enfekte bibin, 10 roj ji ser enfektebûnê here, beyî ku testa koronayê bike divê li karên xwe vegerin. Li gor giştînameyê semptom dewam bike jî divê kedkarên tendirustiyê li karê xwe vegerin. Em van biryarên ku giştînameyê de hatine weşandin napejirînin. Heke giştînameyeke din de bêjin testa kedkarên tendirustiyê pozîtîf derkeve jî divê bixebitin em dê li hemberî biryarek wiha de heyirî nemînin. Wek dawî heke îstîhdam zêde nebe, hejmara kedkarên tendirustiyê neyê zêdekirin dê pirsgirêka nexweşxaneyan çareser nebe û ev şewb wê girantir derbas bibe.”   ‘Zêdetirî 130 kedkarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dan’   Yildizê destnîşan kir ku hejmarên kedkarên tendirustiyê yên jiyana xwe ji dest dane jî ji aliyê nexweşxaneyan ve tên veşartin û wiha bi lêv kir: “Heta niha zêdetirî 130 kedkarên tendirustiyê ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên fermî yên ku gihîştiye ber destê me hejmara kedkarên tendirustiyê yên ku enfekte bûne ji hejmarên rastîn cuda hatiye dayîn. Hejmara daneya veşartî hezar û 300 e. Li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê herî dawî hejmara kedkarên tendirustiyê yên enfekte wek 240 hatibû gotin lê em ji lîsteyên nexweşxaneyê agahdar bûn ku hejmara rastîn 540 e. Niha hejmara ku ji me re tê gotin hezar û 300 e lê agahiyên ku em ji lîsteyan berhev dikin li dora 2 hezar in. Heta niha sedî 20 ji kedkarên tendirustiyê enfekte bûne.”   ‘Gelek kedkarên tendirustiyê 2-3 caran li ser hev bi vîrusê ketin’   Yildiz derbarê aşiyên ku niha hatine dîtin û ceribandinên wan didomin de wiha got: “Aşiyên fîrmaya Çînê wê li Amedê jî were lêxistin. Li gor lêkolînan aşî demên pêşîn sedî 70-90 parastinê çêdike. Lê ya girîng piştî 2 mehan ev parastin dê dewam bike yan na? Dema mirov bi koronayê bikeve û rihet bibe dibe ku piştî 3 mehan dîsa mirov bi vê vîrusa koronayê bikeve ango ji nû ve enfekte bibe. Gelek kedkarên tendirustiyê 2-3 caran li ser hev bi vîrusê ketin. Parastina aşiyê dê bi demê re nîşanî me bide dê çiqas xurt e. Li gel vê jî em dê di encama lêkolînan de bibînin bê ka vîrus mûtasyon derbas dike yan na. Aşiyên ku niha hatine dîtin ji bo virusa niha ye, lê ev aşiyên ku niha hatine dîtin heke vîrus mûtasyon derbas bike ji bo vîruseke din dibe parastinê çêneke. Ji ber van sedeman dê bi demê re rewş zelal bibe. Ez wek kedkara tendirustiyê heta asta antîkorê bi lêkolînan aşkere nebe dê aşiyê li xwe nexim.”   ‘Bi zimanekî sade tedbîr nayên vegotin’   Yildizê got tedbîrên ku tên girtin di serê gel de tevlîheviyek çêdike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tedbîrên ku Wezareta Tendirustiyê radigihîne bi zimaneke sade nagihêje gel. Em jî bi rêya çapemeniyê hewl didin ku xwe bigihînin gel û gel agahdar bikin. Em bang li gel dikin û dibêjin ku tedbîrên ku ji aliyê Wezarata Tendirustiyê hatiye îlan kirin têrê nake. Şewb her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê yekê ji kerema xwe em tedbîrên xwe bi xwe bigrin, xwe biparêzin. Gel ev 3 xalên ku ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ve hatine diyarkirin wek maske, hîjyen û mesafeya fîzîkî divê her tim li van baldar be û her wiha divê ji hevdîtinên qebebalix dûr were sekinandin.”