Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin 2020-11-05 16:07:25   MÊRDÎN - demê ya TJA'yê Ayşe Gokkana ku tevî 12 kesan di çarçoveya lêpirsîna li Mêrdînê hatiye destpêkirin de hatibu binçavkirin, îro îfadeya wê û kesên pê re hat girtin. Piştî îfade hatin girtin Ayşe Gokkan û 2 kesên din bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hatin kirin.   Berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayeş Gokkan tevî 12 kesan di çarçoveya lêpirsîneke ku li Mêrdînê hatiye vekirn de hatibûn binçavkirin. Têkildarê dosyayê îfadeyên wan tên girtin. Îro ji îfadeya Ayşe Gokkan, Ahemt Încî, Fettah Tekîn û Mesut Çelîk li dozgeriyê hate girtin.    Piştî ku li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin Ahmet încî û Fettah Tekîn bi şertê qontrola edlî serbest hatin berdan. Mesut Çelîk û Ayşe Gokkan jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Li gorî agahiyên ber destên me îfadeya Ayşe Gokkan ji kesên din cuda ji aliyê serdozger ve hatiye girtin.   Hat diyarkirin ku kesên mayî jî wê îdadeya wan di rojên bê de bê girtin.