34 milyon 831 hezar kes bi vîrûsê ketin 2020-10-03 15:21:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên malpera "worldometers" li tevahiya cîhanê milyonek 33 hezar û 238 kesî jiyana xwe ji dest dan û 34 milyon 831 hezar 366 kesî jî bi vîrûsê ketin.    Li tevahiya cîhanê 34 milyon 831 hezar û 366 kesî bi virûsa koronayê (Covid-19) ketin û milyonek 33 hezar û 238 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî malpera "worldometers" her roja ku derbas dibe hejmar zêdetir dibe. Çend dewlet daneyên rasteqîn parvenekin û rastiya heyî veşêrin jî vîrûs ji ber bêtedbiriyê belav dibe. Li gorî "worldometers" herî zêde Amerîka, Hîndîstan, Brezîlya, Rûsya û Kolombiya ji vîrûsê bi bandor bûye.     Li Amerîkayê 7 milyon 549 hezar û 323 bi vîrûsê ketin û 213 hezar û 524 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li Hindîstanê 6 milyon 473 hezar û 544 kes bi vîrûsê ketin û 100 hezar û 875 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li Brezîlyayê 4 milyon 882 hezar û 231 kes bi vîrûsê ketin û 145 hezar û 431 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li Rûsyayê milyonek 194 hezar û 643 kes bi vîrûsê ketin û 21 hezar û 77 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li Kolombiyayê jî 841 hezar û 531 kes bi vîrûsê ketin û 26 hezar û 397 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.