Bîlançoya vîrûsê: 33 milyon zêdetir kes bi vîrûsê ketin 2020-09-28 10:26:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên malpera înternetê "worldormeters" li tevahiya cîhanê heta niha milyonek 2 hezar û 461 kesî jiyana xwe ji dest dan û 33 milyon 311 hezar û 425 kes jî bi vîrûsê ketin.    Li gorî daneyên dawî ya malpera înternetê “worldometers” li tevahiya cîhanê 33 milyon 311 hezar û 425 kes bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketin. Her wiha bi tevahî milyonek 2 hezar 461 kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daneyên malperê betir Amerîka, Hîndistan, Brezilya, Rûsya, Kolombiya bi vîrûsê bi bandor bûye.    Li Amerîkayê: 7 milyon 321 hezar û 343 kes bi vîrûsê ketin û 209 hezar û 453 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   Li Hîndistanê: 6 milyon 74 hezar û 702 kes bi vîrûsê ketin û 95 hezar û 574 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   Li Brezîlyayê: 4 milyon 732 hezar û 309 kes bi vîrûsê ketin û 141 hezar û 776 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   Li Rûsyayê:    Milyonek 151 hezar û 438 kes bi vîrûsê ketin û 20 hezar û 324 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    Li Kolombiyayê: 813 hezar û 56 kes bi vîrûsê ketin û 25 hezar û 488 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.