Li Rojava hêjmara kesên ku bi vîrûsê ketine gihaşt 527 kesî 2020-08-29 10:51:03   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 19 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Bi giştî 527 kes bi vîrûsê ketine.    Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku îro 19 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan kesekê jiyana xwe ji dest daye û rewşek ji vîrûsê baş bûye. Kesê ku jiyana xwe ji dest daye jineke bi temen 52 salî ji Amûdê ye.    Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne: 6 kes li Qamişlo, 6 li Hesekê, 4 li Dêrikê, 2 kes ji Dirbêsiyê û kesek ji Tilkoçerê ye. Hêjmara kesên ku heya niha vi vîrûsê ketine gihêştiye 527 ji wan 34 kesan jiyana xwe ji dest daye û 88 kes jî rewşa wan baş bûye.