Navenda tenduristiyê veguherandin nexweşxaneyê 2020-08-23 15:18:12   HESEKÊ - Desteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê û Komela Herêmî ya Sewsenê li navçeya Holê navenda tenduristiyê vegeguherandin nexweşxaneyê.    Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li bajarê Hesekê gelek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên bajêr ji bo kesên ku bi korona ketine hatiye amadekirin. Desteya Tendirustiyê ya Kantona Hesekê û Komeleya Herîmî ya Sewsenê ya Holê ji bo sivikirina kar û xebatên tenduristiyê, navendên tendirustiyê zêde kirin û ji van navendan yek jê veguherandin nexweşxaneyê ji xizmeta şêniyên Navçeya Holê re vekirin.   Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî vekirina nexweşaneyê li gelê navçeya Holê pîroz kir û wiha got: "Di nexweşxaneyê de 3 beş hene. Ev beş yek jê ji bo jinan, yek ji bo zarokan, yek jî ji bo emeliyatxanê û beşa lezgîn e. Herwiha dermanxaneyî li heman nexweşxanê heye. Xebatkarên nexweşxaneyê jî bi giştî 55 kes in. Ev nexweşxaneyê me ji ber ku navçeya Holê dûrî bajarê Hesekê bû vekir. Wekî Komîteya Tenduristiyê erkê me ye ku em parastina tenduristiya gelê xwe bikin û bi hemû derfetên xwe em ê bixbitin."   Nexweşxaneya hatiye vekirin dê 24 saetan di xizmeta gel de be.