Li Rojava 27 kesên din bi vîrûsê ketin 2020-08-23 10:08:24   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kes bi vîrûsa Korona Ketine û bi giştî hêjmara kesên ku bi vîrûsê ketine gihîtiye 354 kesî.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewba vîrûsa Korona (COVÎD -19)  her ku diçe zêde dibe.  Îro rî li ser navê Desteya Tendirustiyê Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa agahî dan û diyar kir ku 27 kesên din bi vîrusê ketine û 3 kesî jî yana xwe ji dest daye. Ciwanê diyar kir ku bi giştî hejmara kesên heta roja îro  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 354 kesî.    Li gorî bajaran hejmara kesên bi vîrusê ketine wiha ye: Li Qamişloyê 12,  li Hesekê 4, li Dêrikê 2, li Rîmelanê 1, li Tirbesipiyê 1,  li Dirbêsiyê 1, li Amûdê 3 û li Şehbayê jî 3 kes bi vîrusê ketine.