Li Rojava 47 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine 2020-08-22 10:57:05   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku îro 47 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara bi giştî bû 327.     Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku îro di seatên sibehê de 47 rewşên din yên vîrûsa koronayê (Covîd-19) hatine dîtin, her wiha 15 kesên din rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.    Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne: 21 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 11 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan, kesek li Girkêlegê, 4 kes li Reqayê, 4 kes li Dêrezorê, kesek li Kobanê û kesek li Tebqayê.    Bi vê yekê hêjmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine li herêmê dighêje 327 kesî, ji wan 17 kes jiyana xwe ji dest dana û 51 kes jî rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.   Hêjaye bibîrxistinê ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 15 rojên destpêkê qedexeya derketinê hefteyeke din dirêjkiriye. Her wiha ropûş jî li welatiyan tê ferzkirin. Tevî vê yekê jî vîrûs bil ez belav dibe.